Jinên ku li Erebistana Siûdî li mafên xwe digerin tên girtin

Rojnameya The Guardian a Îngîlîz bal kişand ser bêedaletiya li dijî aktîvîsta mafên mirovan Manahel El-Otaibî ku di Mijdara sala borî de hatibû girtin, bal kişand ser zilma li jinan tê kirin.

Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta mafên mirovan a Erebistana Siûdî Manahel El-Otaibî ya 29 salî, ji ber ku di çarçoveya kampanyaya reforma civakî ya welatê xwe de daxwaza maf kiribû di Mijdara sala borî de hatibû girtin.

Parvekirina medyaya dîjîtal û cilên wê bûn sedema sûcdariyê

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardian a Îngilîz, rayedarên Erebistana Siûdî Manahel Al-Otaibî bi karanîna hesabên medyaya dîjîtal ên Twitter û sepana "Snapchat" a ji bo piştgirîkirina hêza jinan sûcdar dike. Dema belgeyên dadgehê ji ‘Komîsyona Teşvîka Erdemê û Pêşîlêgirtina Bêexlaqî ye’ re hat ragihandin, bi bijartina cil û bergên Manahel El-Otaibî jî dibe mijara sûcdarkirinê. Der barê Manahel Al-Otabî ku ebayê reş ê kevneşopî ji aliyê jinên li herêma Korfeza Ereban ve tê lixwekirin, li xwe nake û li dijî vê derdikeve, hê jî cezayek hatiye erêkirin nîn e.

Xwişkek wê hat binçavkirin û xwişka wê ya mezin jî welat terikand

Xwişka wê ya mezin Fouz Al-Otaibi jî bi bijartina cil û bergên xwe hat sûcdarkirin, lê beriya ku were girtin ji Erebistana Siûdî reviya. Xwişka wê ya din a bi navê Meryem El-Otaibî ya ku parêzvana mafên jinan e, ji ber hin mafên ku daxwaz kiribû hat binçavkirin.

‘Jin hê jî tên hepskirin’

Di nûçeyê de nêrînên seroka çavdêrî û parêzvaniya rêxistina mafên mirovan ALQST û aktîvîsta Siûdî Loucein al-Hathloul ku li derveyî welatê xwe dijî jî cih girt. Loujain al-Hathloul wiha got: "Rewşa aktîvîst Fouz Al-Otaibi û Manahel Al-Otaibi careke din îdia û sozên Erebistana Siûdî yên reformê raxist ber çavan. Jin hê jê tên hepskirin û ji ber ku daxwaza mafên xwe dikin û bawer dikin ku azad in tiştên dixwazin li xwe dikin, bi dadgehên sexte re rû bi rû dimînin.”

Loujain al-Hathloul, bal kişand ku Dadgeha Terorê ya li Erebistana Siûdî beriya niha jî Salma Al-Shihab a ku li zanîngeha Leedsê ya li Erebistana Siûdî xwendekarek kevn a doktorayê ye, tenê ji ber ku di hesabê xwe ya Twitterê de tweetên aktîvîstan parve kir, mehkûmê cezayê girtîgehê yê zêdetirî 30 salan kiriye.