Jinên ku beriya doza Kobanê hatin cem hev: Têkoşîna jinê nayê darizandin

Jinan di çalakiya axaftina azad a beriya biryara Doza Kobanê de ji aliyê TJA’yê ve hat lidarxistin de axivîn û diyar kirin ku doza Kobanê pûç û vala ye û gotin: “Rêhevalên me yên jin serbilindiya bi mîlyonan jinan in. Têkoşîna jinan nayê darizandin."

Navenda Nûçeyan-Tevgera Jinên Azad (TJA) û saziyên jinan têkildarî Doza Kobanê bi dirûşma "Têkoşîna jinan nikare bê darizandin" li Eywana Konferansa Tahîr Elçi gotubêj li dar xistin. Aktivîstên TJA'yê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên jinan, saziyên civaka sîvîl tevli gotubêjê bûn. Li eywana gotubêjê pankarên bi kurdî û tirkî "Têkoşîna jinan nikare bê darizandin" hatin vekirin. Hevseroka OHD'ê Ekin Yeter moderatortiya gotubêjê kir. Li ser doza Kobanê agahî jî hatin dayin. 

‘Jinên hatin darizandin mafên gelan parastin’

Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya da zanîn Doza Kobanê darizandina hebûna gelekî ye û got jinên hatin darizandin mafên gelan parastin. Adaletê got parastina wan mîna manîfestoyekê bû. 

‘Ya tê darizandin 'jin jiyan azadî ye'

Ji parêzerên Doza Kobanê Cemile Turhalli di destpêkê de yek bi yek navên jinên tên darizandin anî ziman û got:"Li eywanên dadgehê jin tên darizandin. Ya tê darizandin 'jin jiyan azadî ye'. Helwesta jinan ji bo hevalên li wir jî dibe moral. Atolyeyek ji parastina jinan dikare bê avakirin. Çimkî jin dîroka tê berovajîkirin ji nû de dinivîsin. Têkoşîneke tê meşandin heye û li eywana dadgehê ev têkoşîn dewam dike. "

Ji Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbilen wiha got:Berê di binê navê KCK'ê de darizandinên kumpas dihatin kirin. Em Doza Kobanê jî wekî doza kumpasê dinirxînin. Têkoşîna jinê nikare bê darizandin. 

 Ji KASED’ê Zeycan Ateş wiha got:"Dema şer çêdibe êrişa ewil li dijî jinan tê kirin. Me ev yek di êrişên DAÎŞ'ê de dît. Ne tenê di şer de di her qadên jiyanê de berê jin dibin hedef. Tevî her tiştî jî jin berteka xwe nîşan didin û pêşengiyê dikin. 

Li ser navê TJA'yê Bedia Akkaya got: Doza kumpasê ya Kobanê dikeve sala xwe ya 8'an. Lê Kobanê têkoşîna rûmetê ye. Edaleta mêr parastineke ku didarizîne dike. 

 Hevseroka TUHAD-FED'ê Eylem Birtane got: Em welatekî ku edalet lê tune ye dijîn. Em li saziya ku lê dimînin her roj mînakên vê yekê dibînin. Biryara vê dozê wê pêvajoya li pêşiya me diyar bike. Em hêvî dikin ev biryar bibe gaveke aştiyê. 

‘Hevalên me ji ber têkoşîna azadiya jinan diparêzin tên darizandin’

Hevseroka Şaxa Hejmara Yekem a Egitim-Sen'ê Saliha Zorlu got: Em hêvî dikin ku em ê hemû hevalên xwe ji vê dozê bigirin û biçin. Ji ber hevalên me têkoşîna azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk diparêzin tên darizandin. Lê belê em ê xwedî li vê dozê derkevin. 

Gotubêj piştî axaftinan bi dawî bû.