Jinên koçber ên li Idlibê bi zehmetiyan re rû bi rû ne

Gelek koçberên jin li Idlibê pirs dikin ka alîkariyên ku tên kirin bi ku ve diçin. Bi taybet gelek kampên li Idlibê piştgirî nagihije jinên xwedî pêdiviyên taybet û yên hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane.

HEDÎL EL OMER

İdlib- Bi dagirkirina Idlibê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî Heyet Tehrîr El-Şam ve rewşa jinên Idlibê yên ji cîhên xwe koçber bûne û di kampanda dijîn her diçe zehmetir dibe. Bi hatina zivistanê re pêdîviyên kampan zêde dibin. Her wiha piştî ku Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) ragihand ku ew ê ji destpêka îsal ve alîkariyên xwe li seranserê welat kêm bikin, gelek jinên koçber ên li kampên Idlibê dijîn nerazîbûna xwe anîn ser ziman

Dê rewşa me xirabtir bibe’

Subhiye El Zerzûr ya 32 salî ku li kampên Etma ya gundewarên bakurê Idlibê dijî got: "Rawestandina alîkariyan ji bo kampan bêguman dê azaran zêdetir bike. Bi taybet kesên mehane alîkari digirtin dê zehmetiyan bikşînin, lê kesên ku alîkari nedigihîşt wan dê ne xemawan be ji ber di bingeh de alîkarî tune bûn. Hevjînê min ji ber bombebaranê zirar gihîştiye pişta wî û ji beriya çend salan ve bêkar e. Piştî rawestandina alîkariyan pêdiviyên me kêm in. Ez bi tirs im zivistan were û pêwîstiya me bi lêçûnên zêde hebin. Dê rewşa me xirabtir bibe.”

‘Alîkarî bi rengekî ne adilane tên belavkirin’

Yek ji şêniyên kampê Subhiye El-Zerzûr jî ev yek anî ziman: “Cihê gumanê ye hin konên nêzî me alîkariyên bi nirxê 100 dolarên Emerîkî ji wan re tê pêşkêşkirin û em mehrûm man. Ez daxwaz ji rêxistinên civakên sivîl dikim ku bi rengekî adlane alîkariyan pêşkêşî koçberan bikin. Ji ber nabe cudakarî di navbera konan de çêbibe bi taybet hemû xelkên di kampan de dijîn xizan tengav û bêkar in.”

‘Zarokên malbatên xizan birçî dimînin’

Rena El Ferwatî ya 29 salî ya li kampên El-Amiriye ya bakurê Idlibê dimîne dibêje: "Min bi berpirsên rêxistinên alîkariyan re gelek caran şer kiriye. Alîkarî dan hin malbatan û hin malbat hiştin. Min ji wan re got bila adil bin. Karkerên wan rêxistinan alîkariyan didin hin malbatên xuyayî, hin wêneyan ji wan re digrin û wisa diçin. Koçberên xizan li vê derê piştî çûyîna wan di hesretê de dimînin ji ber alkarî negihêje wan. Zarokên wan birçî dimînin. Dubarebûna vê pirsgirêkê di hundirê kampê de hişt ku em wan rêxistinan ji kampê biqewitînin ji ber wan ne adil in û alîkariyan didizin.”