Jinên Kobanî bi cilûbergên xwe amadekariya 8'ê Adarê dikin
Endama Weqfa Jina Azad a bajarê Kobanê Îlham Ehmed bi boneya nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê qala amadekariyên jinan ji vê rojê re kir û got: "Jinên Kobanê bi folklor û çanda xwe amadekariyên 8'ê Adarê dikin."

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Meha Adarê ji bo gelê Kurd mehek taybet û pîroz e. Bi taybetî ji bo jinan, ji ber ku di vê mehê de du rojên dîrokî û girîng hene. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û cejna Newrozê ku dikeve 21'ê Adarê. Her sal beriya ku ev meh dest pê bike jin bi dirûtina cil û bergên folklorî yên Kurdî û amadekirina cil û bergên wê, xwe amade dikin. Jin bi vî awayî bi kelecanek mezin her sal 8'ê Adarê pêşwazî dikin.
Jinên bajarê Kobanê her sal berê xwe didin beşa karên destan a Weqfa Jina Azad da ku pêdîviyên cil û bergên 8'ê Adarê bistînin.
'Em amadekariyên 8'ê Adarê dikin'
Endama beşa karên destan a Weqfa Jina Azad li bajarê Kobanê Îlham Ehmed diyar kir ku bi nêzbûna Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jin dest bi amadekariyên xwe dikin û wiha got: "Divê jin zêdetirî rojekê cejna xwe pîroz bike. Ji ber ku li Bendava Tişrînê ew berxwedanên dîrokî dinvîsin. Em ji destpêka vê mehê ve amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê dikin. Her wiha em amadekariyên wek çêkirina kofiyan, kember û koman ji bo xemilandina cil û bergên Kurdî, dikin. Jin vê rojê bi cilên xwe yên filklorî pêşwazî dikin. Em kofî û kemberan bi şêwazên cuda amade dikin, ji bo li gor cilan be. Li gor xwestekan em çêdikin. Her wiha em kofiyên çanda herêma Kurdistanê jî çêdikin."
'Parastina çanda me erkek e'
Îlham Ehmed tekez kir ku bi riya kar û xebatên xwe çanda herêma xwe diparêze û wiha got: "Bi riya xebatên xwe em çanda xwe diparêzin. Di heman demê de hewl didin çanda xwe zindî bihêlin û ji bişaftinê biparêzin. Em wek gelê Kurd ê ku bi salan e êrîş li ser me pêk tên, lê me rê neda ku çand û nasnameya me bên tunekirin. Ev çar sal in di beşa karên destan de dixebitim. Parastina çand û hunera civakê dikeve ser milê her kesî û divê di zindîkirina wan de mirov xwe berpirsyar bibîne."
Hêjayî bîrxistinê ye ku Weqfa Jina Azad li kantoan Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2018'an de hat vekirin û di nava xwe de beşa karên destan ji bo destekdayîna jinan a di warê aborî de digre.