Jinên Kobanê Sema Yûce bi bîr anîn

Jinên Kantona Kobanê şoreşgera Kurd Sema Yûce di 23'emîn salvegera wê de bi bîr anîn.

 

Kobanê- Bi wesîleya 23'emîn salvegera bîranîna şoreşgera Kurd Sema Yûce ya ku di 21'ê Adara 1998`an de li dijî amedekariyên komloya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û di 17'ê Hezîrana heman salê de jiyana xwe ji dest da, Rêxstina Kongreya Star a Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîn li dar xist. Di civîna ku li akademiya Şehîd Şîlan Baqî de hat li dar xistin jinên Kobanê, Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl amedebûn.  Di civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir de Endama Komîteya Perwerdeyê Dîrok Elî nameya Sema Yûce xwend. Di nameyê de wiha hat gotin: "Jin çirûskên agirê Kurd ên vemirî ne. Her jina ku bikare ji nû ve xwe ji xweliya xwe bize û bikare bibe çirûska vî agirî, wê bibe raçînera Kurdistanê."
Piştre Endama Kordînasyona Kongreya Star a Kantona Kobanê Mizgîn Xelîl wiha axivî: "Roja 17`ê Hezîranê di têkoşîna me de xwedî girîngiyeke mezin e. Têkoşer Sema Yûce bi vê çalakiyêji me re mîratek hîşt. Her wiha ew bû hêza têkoşîn û zanista jin. Em jî li ser vê bingehê birêxstin dikin û têdikoşin. Em bi vê wesîleyê jî soza bilindkirina xeta têkoşîn û berxwedaniyê didin."
Civîn bi dirûşmeyên "Jin, jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.