Jinên Kobanê piştgirî dan serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Di duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de, jinên Kobanê bi riya çalakiyekê piştgirî dan serhildana Jin, Jiyan, Azadî”.

Kobanê- Jina Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin.  Ev bûyer bi pêşengiya jinan veguherî serhildanan “Jin, Jiyan, Azadî” û li seranserî rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bû. Serhildana ku bi pêşaengtiya jinan destpêkir bandora xwe li hemû jinên cîhanê kir û dirûşmeya “Jin, Jiyan Azadî bû gerdûnî.

Bi boneya salvegera duyemîn serhildana “Jiyan, Jiyan, Azadî” rêxistina Kongra Star ya kantona Firatê çalakiyek di bin dirûşmeya "Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê ve" birêxistin kir.

Di çalakiya ku li qada Jina Azad ya Kobanê de pêk hat, bi dehan jinên ji Kongra Star, Rêveberiya Xweser, Tevgera Hîlala Zêrîn, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, Yekîtiya Jinên Ciwan û TEV-Dem amadebûn.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re endama Kongra Star Xûnav Xelîl axivî.

‘Emê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” şoreşa jin misoger bikin’

Xûnav Xelîl wiha got: "Bi bûyera qetilkirina Jîna Emînî re hêrsa jinan gihîşt lutkeyê ku veguherî serhildanê. Ev serhildana ku em îroj 2’emîn salvegera wê pêşwazî dikin, têkoşîn û berxwedana hemû jinan anî gel hev. Rêjîma Îranê ji bo ku vîn û serhildana jinan tune bike hewil dide serhildanê biçewisîne. Lewra bi bihaneyên cur be cur jinan binçav dike, qetil dike û darve dike. Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ku Rêber Apo ji me pêşkêş kir, niha gerdûnî bûye ku herî dawî di serhildana jinên Hindistanê de jî hat berzkirin. Li hember ev destkeftî û pêşdeçûnên ku niha jin dijîn, pergala netew-dewlet bê navber dixebite ku serhildan û felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” tasfiya bike. Li hember ev êrîş û poltîkeyên ser jinan tên meşandin, em di duyemîn salvegera serhildanê de teqez dikin ku emê bi felsfeya “Jin, Jiyan, Azadî” şoreşa jin misoger bikin û pêşengiya avakirina jiyeneke azad û demokratîk bikin.”

Pişt re ji aliyê navenda Çand û Hûnera Baqî Xido skêçek li ser berxwedan û têkoşîna jinan ya li dijî pergala serdest ya mêr-dewlet  hat pêşandan.

Çalakiya jinan bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.