Jinên Kobanê: Em ê li dijî gefan bê bersiv nemînin

Jinên ji bajarê Kobanê yê kantona Firatê gefên dewleta Tirk nirxandin û gotin: “Diyar e ku dewleta Tirk hewldanên êrîşeke dagirkeriyê dike. Em ji bo hemû pêvajoyan amade ne em ê bê bertek nemînin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta Tirk careke din di meha Nîsanê de gef li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwar ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê berdewam bike. Ev gef di demeke wisa de pêk hat ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêkanîna hilbijartinên şaredariyan re mijûl dibe.

Jinên Kobanê yên kantona Firatê ya herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên xwe nîşanî gefên dewleta Tirk dan.

‘Polîtîkeyên dewleta Tirk eşkere ne’

Semîra Mustefa da zanîn ku gelê Kurd bi îsrara pêkanîna azadiyê têdikoşe û got: “Dewleta Tirk careke din gef li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwar ku bi taybetî behsa ji nû ve dagirkirina hinek deverên din dike. Ev êrîşên dagirkeriyê ku qaşo di demeke nêz de pêk werin dê bê encam bimînin. Çawa ku êrîşên dewleta Tirk ên berê jî bê bersiv neman dê vê carê jî heman tişt xwe bide der. Êrîş û bombebaranên ku pêk tên, ji normalbûnê zêdetir êdî em di zanebûna polîtîka û projeyên wan de ne. Her wiha gelê me ji zarok, ciwan, jin û pîran bêhna azadiyê girtiye ku êdî nikare bê wê bijî. Lewre em jî dikarin di heman astê de û bi nêzikbûneke polîtîk bertekên têr û tijî nîşan bidin.”

‘Em ê bi biryardariya jinên weke Helîm bi ser kevin’

Semîra Mustefa bal kişand ser sekn û helwesta jinan a li dijî êrîşan û got: “Dewleta Tirk ji bilî bombebarana tê kirin, sivîlên vê herêmê jî dike armanc. Helîm Osman ku di meha borî de bi balafirên bê mirov ên dewleta Tirk hat armancgirtin û di encamê de lingekî wê jêbû, mînaka vê yekê ye ku em dikarin bi sedan mînakên din jî bidim. Helîm ku di her derfetê de coş, vîn û biryardariya xwe tîne ziman dibêje; ez ê tevî lingekî jî xebatên xwe berdewam bikim û ji êrîşên dewleta Tirk bi bandor nebim. Lewre di vê pêvajoya tê jiyîn de, Helîm Osman sembola me ya biryardarî û têkoşînê ye. Heta ku jinên weke Helîm Osman li ser vê axê bijîn dê helwesta me jinan jî di heman astê de be.”

Hilbijartinên pêk werin di armanca êrîşên dewleta Tirk de ne’

Xedîce Mihemed diyar kir ku hilbijartinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê werin pêkanîn armanca dewleta Tirk e: “Em her gef ango êrîşeke dewleta Tirk bi mijarekê ve didin girêdan. Weke tê zanîn jî ev demek e ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina hilbijartinên xwecihî yên şaredariyan tên kirin, li aliyekî din jî nûkirina pergala îdarî û hevpeymana civakî pêk hat. Lewre niha xebat û gavên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên avêtin. Her wiha beriya vê jî li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartinên şaredariyan pêk hatin. Dewleta Tirk bi van herdu xalan re derbên giran xwarin ku yekser ket nava tevgerê. Li aliyekî qikirina siyasî li Bakurê Kurdistanê pêk tîne û ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dest bi gefên pêkanîna êrîşên dagirkeriyê kir. Ev siyaset ji me re teqez dike ku dewleta Tirk nikare pêşketin û destkeftiyên gelê Kurd tehemul bike. Lewre li hemberî pêşketineke biçûk jî yekser dikeve rewşa êrîşê. Dewleta Tirk bi van rêbazan dixwaze rojeva gel bide guhertin û îstîqrara heyî têk bibe.”

‘Em ê di vê pêvajoyê de bi dil û can li ber xwe bidin’

Cemîle Silêman jî teqez kir ku dê weke jin û gel şoreşa xwe misoger bikin û got: “Bi salan e dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê berfireh bike. Lewre dem bi dem êrîşên bi armanca dagirkerî, koçberî û talankirinê pêk tîne ku niha dîsa vê mijarê xistiye rojeva xwe. Çawa ku dewleta Tirk di projeya xwe de bi îsrar e, em jî weke jin û gelê Kurd di doza xwe de bi biryar in. Ji bo vê jî ji şîrî heta pîrî em dibînin gelê me xwedî bertek e, jixwe bi salan e em heman rewşê dijîn ku em jî êdî dixwazin ev şer bi dawî bibe. A niha cîhan di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn re derbas dibe, çawa ku her hêzek dixwaze di vê qonaxê de bi destkeftiyên siyasî û erdîngarî derkeve, em jî weke gelê Kurd li pey welat û hebûna xwe ne. Ji bo vê jî em ê di vê demê de bi dil û can şoreşê û destkeftiyên wê biparêzin da ku em bigihîjin encamê. Em ê nehêlin keda bi hezaran şehîdên ku di oxira misogerkirina hebûna me de canê xwe feda kirin, vala biçe.”