Jinên Kobanê:Divê jinên başûrê Kurdistanê dagirkerî û îxanetê red bikin

Jinên bajarê Kobanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bang li jinan kirin ku dagirkerî û îxanetê nepejirînin û pêşengiya berxwedanê bikin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta Tirk operasyonên dagirkeriyê ku li ser axa başûrê Kurdistanê biharê destpêkiribû di mehên havînê de hîn dijwartir kiriye. Di operasyonên dagirkeriyê de çiyayên başûrê Kurdistanê hama bêje her roj ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tê topbarankirin û di encama wan topbaranan de çiya, baxçe û zeviyên gundiyan dişewite. Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bi rengekî eşkere xwe dide der. Dewleta Tirk ku bi herêma Amediyê  ya başûrê Kurdistanê dagirkir, xwe bi erêkirina PDK’ê li tevahî Başûrê Kurdistanê bicih kiriye.

Li beramberî ev kiryarên tên pêkanîn, jinên ji bajarê Kobanê yê kantona Firatê a herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe ya li dijî dagirkerî û îxanetê anîn ziman.

‘Divê jin hêza xwe kombikin û dagirkeriyê têk bibin’

Bakîre Sincar di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî malbata Barzanî da ku bi erekirina wan dewleta Tirk axa başûrê Kurdistanê dagir dike û got: “Rewşa ku li Başûrê Kurdistanê ji îxanet û dagirkeriya dewleta Tirk bi tu şêwazî nayê qebûlkirin û bi taybet jî em weke jin vê yekê napejirînin. Yê ku pêşengiyê ji vê hevkariyê re dike jî malbata Barzanî ye ku bi van poltîkeyên xwe dijminahî û îxanetê bi gelê xwe re dike ku hebûn, nasname û axa Başûrê Kurdistanê firotiye dewleta Tirk. Ji bo vê jî em vê malbatê weke Kurd nabînin û wan ji vê nasnamê tecrîd dikin.”

Bakîra Sincar teqez kir ku wê herî zêde jin ji dagirkeriya dewleta Tirk bandor bibin û got: “Di vê pêvajoyê de girîng e ku li hember vê yekê gelê başûrê Kurdistanê bibe xwedî bertek, bi taybet jî ev banga me ji bo jinan e. Mixabin ku li gelek deveran bêdengî tê jiyîn, lê ev dem ne dema bêdengiyê ye, berovajî divê ku em ranewestin. Yê ku herî zêde ji vê rewşê bandor bibe, wê jin bin. Bi taybet jî tê zanîn ku nêzikatiyên dewleta Tirk yên li hember jinan çiye û çawa ye, ev yek jî niha li herêmên ji aliyê wan ve hatine dagirkirin diyar e. Ji bo vê jî yê ku niha serî hilde, têbikoşe û dagirkeriyê têk bibe divê jin bin.”

‘Dem hatiye ku mîrateya şehîd Bêrîtan were zindî kirin’

 Şemsê Ehmed da zanîn ku wê dîrok malbata Barzanî efû neke û wiha li ser axaftina xwe zê de kir: “PDK’ê bi hevkarkiya xwe ya li gel dagirkeriya Tirk re destê xwe xistiye nava xwîna gelê Kurd ku em dibînin hemû derfetên dagirkeriyê ji bo wan pêşkêş dike. Ew bi vê rêbazê nasname û hebûna xwe ji holê radike. Ger îro dewleta Tirk çiyayên Kurdistanê û şervanên wê topbaran dike û bi çekên kîmyewî zarokên me şehîd dixe, divê hesabê wê ji PDK’ê were xwestin. Ji xwe dewleta Tirk dijminê me ye û wê ji bo hewildana qirkirina me, her rêbazî bikar bîne. Lê wê PDK’ê û malbata Berzanî tu carî neyên afû kirin.”

Şemsê Ehmed got ku divê li Başûrê Kurdistanê bi mîrateya têkoşer Bêrîtan serhildaneke nû were destpêkirin: “Li gel me PDK’ê û AKP’ê di heman asta faşîzim û dijminatiyê de ne, lewra ger em li dijî dewleta şerbikin û li berxwe bidin, emê heman helwestê li hember PDK’ê jî nîşan bidin. Êdî berteka me jinan ev e û emê ji vê helwestê kêmtir jî nepejirînin. Di vî warî de divê ku gel û jinên Başûrê Kurdistanê di berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê têkoşer Bêrîtan ji bo xwe bingeh bigirin û careke din îxanet were tunekirin û dagirkerî vala derkeve.”

‘Başûrê Kurdistanê ji dest diçe’

Bêrîvan Cuma  ji aliyê xwe ve wiha got: “PDK’ê di bin navê hikûmeta Başûrê Kurdistanê de radestkirina herêm û deverên xwe ji dewleta Tirk re rewa dibîne ku em dibînin artêşa Tirk li dehan deveran bicih bûye û weke artêşeke fermî ya Başûrê Kurdistanê tevdigere. Ji xwe ev yek ji aliyê hikûmeta wê ve têkirin, lê em dibînin ku bêdengiya gel jî heye. Wiha biçe, dê ev parçeyê Kurdistanê bi temamî bikeve bin kontrola dewleta Tirk. Lewra divê bi rengekî awarte serhildaneke civakî ku jin pêşengiya wê bikin destpê bike. Çawa li rojavayê Kurdistanê jinan pêşengiya birêketina şoreşê û parastina herêmên xwe ji dagirkeriyê kir, divê ku heman têkoşîn li başûrê Kurdistanê jî xwe bide der û were teysandin.”

‘Em ê jin serxwebûna Kurdistanê qezenc bikin’

Bêrîvan Cuma anî ziman ku dê jinên Kurd ji bo Kurdistaneke azad têbikoşin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dewleta Tirk di vê demê de gelek tengav bûye, lewra em dibînin bê navber hewil dide têkiliyên xwe vegerîne û nû bike. Ev yek ji bo hewildanên lihevkirina bi Rêjîma Sûriyê re jî teqez dibe. Tê zanîn ku a niha di Tirkiyê de aloziyên cidî yên siyasî û aborî hene, AKP’ê ji bo ku vê yekê veşêre PDK’ê weke amûrekî bicihanîna berjewendiyên xwe bikar tîne û dixwaze bi riya êrîşên ser başûrê Kurdistanê re xwe ji van aloziyan rizgar bike. Weke jin em dizanin ku yên herî zêde di şer û dagirkeriyê de jin bandor dibin, lewra emê qebûl nekin ku bindestiyê jiyan bike û emê weke jinên Kurd yekîtiya xwe pêş bixin ku Kurdistaneke azad û serbixwe ava bikin.”