Jinên Kobanê: Dayikên aştiyê nûnertiya daxwazên me dikin

Jinên ji kantona Kobanê bal kişandin têkoşîn û berxwedana dayikên aştiyê yên li Bakurê Kurdistanê û destnîşan kirin ku dewleta tirk ji hêz û vîna dayikên aştiyê ditirse loma wan binçav dike.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bi salan e dewleta tirk a li hemberî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê siyaseta qirkirinê dide meşandin êrîşî dayikên aştiyê dike û bi zexta li ser wan dixwaze ji têkoşîna wan gav paş de bide avêtin. Jinên ji kantona Kobanê ya herema Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin li ser têkoşîn û berxwedana Dayikên Aştiyê û gotin, “Dayikên aştiyê nûnertiya daxwazên me dikin.”

'Aştiya ku dayik ji bo wê bang dikin di pergala dewleta tirk de tune ye'

Semîra Ehmed ku di dema berxwedana Kobanê de cihê xwe di nava şer de girt, bal kişand ser rola Dayikên Aştiyê di wê demê de û wiha got: "Ev demeke dirêj e ku dewleta tirk hemleya qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê daye destpêkirin. Di destpêkê de kes û beşên bi bandor hatin biçavkirin û astengkirin lê ev demek e em dibînin ku Dayikên Aştiyê jî tên hedefgirtin. Ev dayik xebateke pîroz didin meşandin ku armanca wan pêkanîna aştiyê ye. Lê di hişmendî û pergala dewleta tirk de têgînên weke aştî, azadî û demokrasî nayên pêkanîn, ji bo vê ev dayik dibin armanca qirkirina faşîzmê. Bi taybetî weke dayikên ji Kobanê em deyndarên van dayikan in ku di berxwedana Kobanê de bi dil, can û bênavber li ser sînor bûn û piştgiriya xwe nîşan dan. Ji bo vê em ê jî li deverên xwe heman dozê bişopînin û kiryarên dewleta tirk vala derxin. Bi taybetî jî weke jin emê bibin çavkaniya aştî û azadiyê."

'Wê têkbirina faşîzmê bi pêşengiya aştîxwazan be'

Li aliyê din Helîme Osman têkoşîna Dayikên Aştiyê silav kir û got: "Em weke jinên ji Kobanê polîtîkayên dewleta tirk ên li hemberî jinan bi tundî şermezar dikin. Dayikên Aştiyê bi çavên xwe kiryarên ku diqewimin dibînin, jin jî di xwezaya xwe de xwedî wijdan û rehm in. Ji bo vê em dibînin ku ew dayik tevî temenê xwe yê mezin jî serî li dijî faşîzma dewleta tirk hildidin. Desthiltdariya Erdogan jî mafê hemû ferdên civakê diçewisîne, heger îro zarok jî serî rakin ez bawer im ku dê werin binçavkirin. Ji bo vê em ji bajarê Kobanê heta Bakurê Kurdistanê, berxwedana dayikên aştiyê silav û destek dikin. Îro çarenûsa hemû dayikên Kurd wekî hev e, ji bo vê em ê têkoşîna xwe bi hev re xurt bikin û pêşengiya têkbirina desthilatdariya AKP'ê bimeşînin."

'Sekna Dayikên Aştiyê hêz û moral dide me'

Şemsê Ehmed jî peyamek ji bo desthilatdariya AKP'ê şand û wiha got: "Serkeftin, kêfxweşî û azarên me jinên Kurd yek in, ji bo vê jî heger Dayikên Aştiyê bi îşkence û binçavkirinê re rû bi rû dimînin, ev dibe pirsgirêka me hemûyan. Rast e em ji wan bi bandor dibin lê di heman demê de jî em hêz û moral digrin, Dayikên Aştiyê jî ji bo têkbirina dagirkeriyê têdikoşin. Binçavkirina wan ji aliyê dewleta tirk ve hêz û bandora wan a li ser civakê diyar dike. Ez wisa dinirxînim, desthilatdariya AKP'ê ji vîna Dayikên Aştiyê ditirse ji bo vê kiryarên bi vî rengî pêk tên. Peyama me ew e, heta ku dayikên Kurd zarokên xwe li ser bingeha welatparêzî û eşqa azadiyê mezin û perwerde bikin, wê dewleta tirk negihîje armanca xwe. Em di têkoşîna xwe de bi îsrar in, ji bo vê bila Dayikên Aştiyê bizanibin ku em weke jinên Kobanê bi dil û can li pişt wan in."