Jinên Kobanê: Biryara me berxwedan û soza me serkeftin e

Jinên ji kantona Kobanê helwesta xwe li dijî gef û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û destnîşan kirin ku ew ê herêma xwe biparêzin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dema aloziya Sûriyeyê ve rastî êrîşên cur be cur ên komên çete û dewleta Tirk tên. Lê sala 2022'an de herî zêde di nav de êrîşên bejahî û asîmanî yên dewleta Tirk û çeteyên wî pêk hatine. Li gor bîlançoya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di sala 2022'an de 17 hezar û 596 car êrîş çêbûne ku di encamê de 59 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û di nav de 12 zarok û 5 jin hene. Her wiha 263 kes birîndar bûne û di nav wan de 59 zarok û 44 jin hene. 

Êrîş, bombebaran û gefên dewleta Tirk rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên ku di encamê de ne tenê welatî ziyanê dibînin, her wiha lawir, mal, dibistan, nexweşxane, sazî û dezgeh, stasyonên avê û elektrîkê, mizgeft, goristan û hwd. jî hene. Ev êrîş ji destpêka 2023'an ve bi heman rêbazê berdewam dikin.

Bi rasthatina hilbijartina parlamento û serokomariyê yên li Tirkiyeyê, dewleta Tirk şerekî topyekûn dest pê kiriye û li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê asta êrîşan dijwartir bûye. Têkildarî êrîşên rojane ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re rû bi rû ne, jinên ji kantona Kobanê bertekên xwe anîn ziman.

'Lihevkirin û êrîşeke sê alî heye'

Jina ciwan Zîn Ehmed helwest û sekna xwe ya li dijî êrîşên heyî, wiha anî ziman: "Aniha polîtîkayeke navdewletî li hemberî gelê Kurd heye. Ji ber vê em dibînin li tevahî parçeyên Kurdistanê çewisandin, êrîş, gef û dorpêç heye. Dewleta Tirk dixwaze bi riya êrîşên kîmyewî ku di asta cîhanê de hatine qedexekirin li Başûrê Kurdistanê Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bike. Li aliyê din bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê herêma Şehbayê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve dorpêç kiriye. Her wiha deriyê di navbera Başûr û Rojava de hat girtin. Di vê navberê de jî em dibînin ku lihevkirinên ne normal jî pêk tên. Weke jinên ciwan ên Kobanê, helwesta me ya li dijî van êrîşan diyar e. Çawa ku em bi gotina berxwedan jiyan e heta vê rojê hatin, em ê bikaribin serkeftinê jî wiha qezenc bikin. Bi taybetî jî weke jin, em ê bi felsefeya "jin, jiyan, azadî" xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û tevahî planan vala derxin."

‘Êrişên li ser Mexmûrê plankirî ye’

Zîn Ehmed bal kişand ser hewldanên hêzên Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Mexmûrê û wiha got: "Ez dixwazim bi taybetî balê bikşînim ser rewşa gelê me yê li Mexmûrê ku ev çend roj in li dijî hewldanên dorpêçkirina wargeha xwe têdikoşin. Dorpêçkirina Mexmûrê lihevkirin û planeke ku hêzên Iraq, Tirkiye û yên din pêk anîne. Li hemberî vê siyasetê em dibêjin ku gel nayê firotin û tu hêz jî nikare berjewendiyên xwe bi riya van êrîşan bi cih bîne. Gelê Mexmûrê ne li benda alîkariya tu hêzan e, ew bi vîn û berxwedana xwe bersivê dide van planan. Ji bo vê em ê li Rojavayê Kurdistanê jî heman bertekan nîşan bidin, em hêza xwe ji şervanên vî welatî digrin û em ê bi vê hevgirtinê tevahî komployan vala derxin."

‘Li dijî şoreşa me hewldanên nû yên êrişê hene’

Li aliyê din Rûken Temo jî behsa polîtîkeyên AKP/MHP yên di vê demê de kir û wiha axivî: "Her kes û em jî di nav de li benda 28'ê Gulanê ne da ku em bizanbin dê encama hilbijartinên serokomariyê çi be. Erdogan ji bo di van hilbijartinan de bi ser bikeve û temenê desthilatdariya xwe zêdetir bike, amade ye ku her tiştî bike. Ji lewre em texmîn dikin ku dê şer ango êrîşeke nû li ser herêmên me çêbibe, heger Erdogan bi ser bikeve yan jî têk biçe. Lê ya girîng ew e ku di van hilbijartinan de diyar bû hîn kesên naxwazin serdestiya Erdogan berdewam bike hene, derbasûna tora duyemîn a hilbijartinan jî vê yekê teqez dike. Êdî gelê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê siyaseta AKP/MHP nas dikin, ji bo vê dixwazin dawî li vê faşîzmê bînin. Erdogan jî di zanebûna vê rewşê de ye, lewre niha hewldanên têkbirina şoreşa me hene ji bo ku civaka xwe razî bikin. Lê çawa ku me di her şert û mercan de şoreşa xwe parast, em ê careke din jî xwedî lê derkevin."

'Em bi doza xwe bawer in em ê hebûna xwe misoger bikin'

Jina bi navê Xanim Elî girêdana xwe ya bi Kobanê re wiha bi lêv kir: "Li ser Kobanê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş hene, ji aliyê siyasî, leşkerî û heta şerê taybet jî li ser me tê bikaranîn. Em Kurd pêvajoyeke nû dijîn ji lewre em ne yên berê ne ku ev polîtîkayên li ser me tên meşandin encam bigrin. Em li hemberî hemû rêbazên êrîşan şiyar in û di zanebûna wê de ne. Dema ku me di nava aloziya Sûriyeyê de biryara destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê da, em dizanibûn ku em ê rastî êrîşan û hewldanên têkbirina vê şoreşê werin. Lê ji ber ku baweriya me bi armanca şoreşê heye û heta dawî bi rêgezên wê ve girêdayî ne, em têk neçûn. Bi taybetî jî yên ku hêzê dan me em heta van rojan werin, şehîd in. Ji bo vê em ê Kobanê biparêzin, şoreşa xwe mayînde bikin û azadiyê misoger bikin."