Jinên Kobanê bi meşeke girseyî piştgirî dan namzetên jin

Jinên kantona Kobanê bi meşeke girseyî piştgirî dan namzeten jin yên ku beşdarî hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn. Jinan destnîşankirin ku wê bi beşdarbûna jinan di nava hilbijartinan de pergaleke azad û demokrat ava bibe.

Kobanê- Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê di bin dirûşmeya "Li dijî qirkirina siyasî a jinan, dengê xwe bidin namzetên jin" bi meşeke girseyî piştgirî dan namzeta jin yên ku beşdarî hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn e. Meş bi beşdar bûna gel sazî û dazgehên  Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbarên Şehîdan, Xwendekarên dibistan û zanîngeh, Partiyên siyasî. Di meşê da alên Kongra star,malbatên şehîdan , Partiya Çepa Kesk û HDP'ê hatin rakirin.

Meşê li qada jina azad bi diruşman dest pê kir û ber bi qada aşitî bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtin  Endama Meclîsa jin a Partiya Yekêtiya Demokratîk Sara Xelîl axivî.

'Serkeftina Bakur serkeftina çar perçeyê Kurdistanê ye'

Sara Xelîl serkeftin ji jinên Bakur û Rojhilatê Kurtistanê xwest û got:" Nêzikbûna hilbijartina 14'ê Gulanê ye. Ev demeke dirêje ku Kurdên me yên li Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinan kar didin meşandin û heya niha kar û xebat didome, Em wek  jin û gelên Kobanê serkeftinê di wan de dibînin ji ber ku serkeftina Bakurê kurdistanê serkeftina Rojhilata Navîn e. Nameya me ji kurdên Bakurê Kurdistanê ewe ku ew baş siyaseta dewleta tirk nas bikin û neyên xapandin û desthilatdariyê qebûl nekin. Ji ber ku avabûna Komara tirkiyayê heya roja me ya îro ku tenê xwe li ser esasê yek netew avakiriye û dixwaze gelê kurd talan û wêran bikê."

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû. 

Ajansa me di meşê de nêrîn û helwestên jinan ji bo hilbijartina 14'ê Gulanê girt.

'Hilbijartin berdewamiya Şoreşa jin e'

Hevseroka Desteya Diravî  Firyaz Berkel ya herêma Firatê  da zanîn ku hebûna jinan li vir ji piştgirî bidin namzetên jin û got:" Beşdarbûna jin ya ji bo hilbijartinan wateyeke xwe ya girîng û dîrokî ye, berdewamkirina Şoreşa jin e û 19'ê Tîrmehê ye. Dewleta Tirk  ji ber ku her tim ji jina pêşeng, xwedî îrade  jina ku cihê xwe di nava civekê girtiya diterse û her tim hedef digire. Lê ew tirsa wî ji jin hêşt ku hîna têkoşîn û berxwedana jinên Kurd zêde bibe. Îro jin li qadana piştgiriya hilbijartinan dikin, bi riya hilbijartinan wê destkeftiyên şoreşa jin werê mîsoger kirin. Ji bo ku jin yê ku edaletê û wekheviyê dide meşandin bê guman wê biserbikeve, jin yên ku li ser xeta rastiyê û heqîqetê  jiyan dikin. Di dawîda bang li jinên cîhanê dikim ku xwedî li namzeyên jin derkefin û piştgirî bidin."

'Berxwedan û têkoşîna jin wê bibe bersîf ji siyaseta Erdogan re'

Rêveberiya komîteya Civakî Hêvîn Miho jî wiha nêrînê xwe anî ziman:"Em îro li virin ji bo piştgiriya hilbijartinên Bakurê Kurdistanê ku emê heya dawî piştgirî bidin, Şoreşa Rojava bi jinê bi serket wê ev hilbijartin jî bi jin serbikeve. Siyaseta ku Erdogan dide meşandina ku kesên siyasetmedar, Rojnemevan û Huquqnas binçav dike ji bo ku rehet bi serkeve. Lê berxwedan û têkoşîna jin bibe  bersîf  ji siyaseta wî ya qirêj."