Jinên Kirmanşanê di bin siya xizanî û tundiyê de têdikoşin

Kirmanşan, duyemîn bajarê xwediyê herî zêde nifûsa taxa li goşê ya welat e û niştecihên wê bi hilweşandina xaniyên xwe, bêparkirina xizmetan û bi cudakariyê re rû bi rû ne; ev zextan li ser milê jinan hê girantir tên hîskirin.

NESÎM AHMEDÎ

Kirmanşan – Ew jî hîs dikin, ew jî bawer dikin tiştekî ku tê gotin “xanî” heye; lê yên li navenda bajêr dijîn ji wan dibêjin “kesên taxa li goşeyê bajêr”. Ev binavkirin, dibe sedem ku ew ji bo başkirina tevna bajervanî û derfetên refahê ji budçeyên dewletê bêpar dimînin. Li gorî daneyên çavkaniyên girêdayî hikûmetê, parêzgeha Kirmanşanê, li welat di taxên li goşeyê de di rêza duyemîn de ye û nêzî 400 hezar kes li taxên li goşê yên Kirmanşehê dijîn. Li van herêman, nebûna binesaziya bajarî, jîngehên rêkûpêk, derfetên tenduristiyê û yên din, tenê çend pirsgirêkên ku niştecihên taxa li goşê pê re rû bi rû dimînin e.

Piraniya kesên li taxa li goşê ya li Kirmanşanê dijîn bêperwerde ne, ji ber li cihê dijîn dibistan nîne. Ji ber derfetên wesayîtên komguhêz jî sînordar e, xwendina wan ya li herêmên din ne pêkan e. Lewma, neçar dimînin dev ji perwerdeya xwe berdin û ji bo dabînkirina dahata xwe berê didin karên demkî û bêewle. Ji ber xizanî û bêderfetiyan, girîngiya wan ne perwerdehî ye, dahata wan a rojane ye.

Gelek niştecihên van taxan, ku ji ber polîtîkayên tepeserkirinê yên Îranê naxwazin navê xwe eşkere bikin, ji ajansa me re behsa serpêhatiyên xwe kirin.

Çîroka Afsane: Xaniya di bin siya dozeran de

Afsane B. ya ku li taxa Çemenê dijî, wiha dibêje: “Ji ber ku navnîşana me Çemen e, dibistanên li taxên din min qebûl nakin. Ger qebûl bikin jî, taksî an jî wesayîtek nîne ku ez biçim. Bavê min bêkar e, tenê çend pezên me heye. Heta niha şaredarî çend caran bi hinceta nebûna rûhsatê xaniya me xira kir, em jî neçar man li cihêk din ji nû ve çêbikin. Ez di hawirdorek bivî awayî de fikra perwerdehiyê nakim; ji ber ez her kêlî bi tirsa xirakirina dozeran a mala me, aramiyê jiyan nakim.”

Çavkaniyên nûçeyan ên fermî, van xaniyan mîna "metruk û vala” bi nav dikin û armanca hilweşandinê wek "astengkirina kombûna tiryakan" radigihîne. Lê, din av xaniyan de mirovan dijîn. Li gorî vegotinên niştecihan, dewlet bêyî mîsogerkirina stargehên alternatif xaniyan xira dike; mirov neçar dimînin demekî di konan de bijîn. Hilweşandina xaniyan jî bi tundiyê tê kirin. Di sala 2020’an de Şaredariya Kirmanşanê xanî yên li taxên li goşe hilweşand; di dema hilweşandinê de jina binavê Asiye Penahî ya 60 salî, di encama gaza rondikrêj û tundiya erkdarên şaredariyê de jiyana xwe ji dest da.

Çîroka Rababeyê: Barê jinan girantir e

Jina navê Rababe Selamî bikartîne, li taxekî li goşê ya Kirmanşanê dijî. Rababeyê Selamî, bi van gotinan çîroka xwe vedibêje: “Me bi blok û stûnên ahşap re xaniyek biçûk çêkir. Erkdarên şaredariyê bêyî ku em eşyayên xwe derbixin hinek beşên xaniyê hilweşand ku em nikaribin jiyîn.”

Hilweşandina xaniyan bandorek neyînî li ser jiyana niştecihên taxên li goşeyê bajer dike; lê ev bandor ji bo jinan du qat girantir dibe. Rûxmê ku jinan gelek berpirsiyariyên ku wek civakî tên ferzkirin hildigrin, têkoşîna ji bo xaniyan jî li ser milê wan zêde dibe.

Rababe Selamî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Hevjinê min li cihên mîna bazarê înê, firoşkariya seyar dike, sihare zû derdikeve û şev tê mal. Ez him karê xwe dikim û him jî hewl didim şûna wî dagrim. Ji ber ku em bêxanî man, xwespart mala dayika min. Her roj dema karên malê xilas dibe, ez diçim tiştên ku ji hilweşandinê sax mane komdikim, ji ber beriya zivistanê em xaniyek din çêbikin.”

Tenduristiya jinên taxên li goşê

Aktîvîsta civakî ya navê Sara Sepehrî bikartîne, wiha got: "Nebûna xwegihandina ava paqij û paqijiya hîjyenê, di nav jinan de dibe sedema nexweşiyên cûrbecûr ên enfeksiyonê. Piraniya van jinan, dema nexweş dikevin xwe bi xwe tedawî dikin an jî rêbazên kevneşopî bikartînin. Lewma baş nabin û nexweşiyên wan girantir dibe; zêdetirê tûjî enfeksiyonên tund û êş dibin.”

Tundiya nava malê û zecawa temena biçûk

Ev hemû mînakan, tene çend pirsgirêkên ku hikûmet li ser mirovan ferz dike ye. Lêbelê, ev şert û mercên jiyanê, dibin sedema trawmayên rûhi û derûnî û tundiya li dijî jinan zêdetir dike. Diyardayên zewaca di temana zarokatiyê de, welidina di temana biçûk de û tundiya nava malê pir zêde belav e.

Çîroka Roya: Mertala keçên xwe

Roya B. ya li taxa Anahîta dijî, çîroka xwe wiha anî ziman: "Ez nêzîkî 14 sal in zewicî me, ez 29 salî me û du zarokên min ên keç hene. Piştî ku hevjinê min kar nedit, hêdî hêdî firyakbû û hertim tundî li dijî zarokê min bikaranî. Min ji bo parastina wan xwe mertal dikir; ji ber hevjinê min hertim digot “ew barê me zêde dikin” Keça min a mezin 13 salî ye. Hevjinê min dixwaze keça min bizewicîne.”

Çavkaniyên dewlemend û xizaniya kûr

Pirsgirêkên li taxên goşê yên li Kirmanşanê û bi taybetî pirsgirêkên jin dijîn, tenê kêmek dîtbarî dibe. Lêbelê, binê bajêr bi çavkanî û potansiyelên nirx tijî ye. Rûxmê vê yekê jî, li navendê zêdetirê 400 hezar kes di bin şert û mercên herî xirab de, ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in. Ji bilî astengiyên dewletê, nêzîkatiya cudakar ên kesên li navendê dijîn jî, rewşa girantir dike. Ev pêşdaraziyan, gelek baweriyên şaş ên li dijî gelên taxên goşê zêdetir dike.

Cudakarî û tacîza li cihê kar

Mandana S.ya li Deredrîjê dijî, wiha got: "Piştî demek dirêj, min li şîrketek li taxa Elahiye kar dît. Destpêkê, nêzîkatiyên li hemberê min baş bûn, lê piştî ku xwediyê kar cihê mala min fêrbû, dest bi tacîz û teklîfên xirab kir. Dem amin red kir, min bi diziye sûcdar kir. Ji ber gelek kesên li navendê dijîn, bawer dikin kesên li taxên goşê dijîn, muameleyên baş heq nakin.”

Zilma bi zexta dewletê destpêdike, bi pêşdaraziyên civakî didome

Zilma li taxên goşê, bi zexta dewletê destpêdike û bi pêşdaraziyên civakî didome. Gotina "kesên taxên goşê” di civakê de cudahiyek kûr a çînî ava dike. Lê, çavkaniyên ku li navenda Kirmanşanê kom dibin, li herêmên din jî bên belavkirin, wê bê dîtin ku di navbera van kesan de tu cûdahî tune ye.

Zext, xizanî û tundî, li taxên goşê ya bajêr zêdetir diyarker e; lêbelê di rastiyê de hemû civak û bi taybetî jî jin ji ber polîtîkayên hikûmetê di bin zextê de ye. Ferq tene di rêbazan de ye; jinên li navendê, di aliyê mafên xwe de kêmtir xwedî zanebûn in. Di jinên taxên li goşê ya bajêr de jî hewildana fêrkirina mafên xwe hinek din kêm e. Lêbelê, zanebûnkirinek kêm jî, wê ji bo ji nû ve jiyankirina jinan bibe alîkar.