Jinên KESK'ê yên ku bi TIR'a Binevşî bi rê ketin gihiştin Mereşê
TIR'a Binevşî ku Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Îzmîrê di çarçoveya 8'ê Adarê de amade kir, ji bo belavkirina jinên mexdûrên erdhejê gihîşt Narliyê.
Mereş – Jinan 8’ê Adarê li herêmên erdhejê pêşwazî dikin, Meclîsa Jinan ên Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Îzmîrê jî TIR’ên Binevşî ên li çar parçeyên welat ji bo mexdûrên erdhejê kom kir, digihînin jinên mexdûrên erdhejê. TIR'a Binevşî ku Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Îzmîrê amade kir, gihişt Mereş a navenda erdhejê.
Alîkarî dê li jinan bê belavkirin
TIR'a ku gihîşt Koordînasyona Erdhejê ya KESK'ê beldeya Narli ya Bazarcixê, Endamên Meclisa Jinan a KESK'ê ya Îzmîrê bi awayekî vala kirin. Endamên meclîsê di nava rojê de dê alîkariyên ku tê de malzemeyên hîjyenê jinan û kelûpelên paqijiyê cih digrin, li gundan û jinên di konên li navenda Narliyê hatiye vedan de belav bikin.