Jinên karker ên li Mexribê ji bo saeta mijandina zarokan têdikoşin

Li Mexribê di rojên dawî de bêparkirina dayikên karker ji mafê mijandina zarokan tê axaftin. Jinên Mexribê dixwazin ji saeta şîrdanê ya aliyê qanûnên kar ve ketiye bin temînatê, bi tevahî sûdê bigrin.

HANAN HARITE

Mexrib – Li Mexribê, jinên ku hejmarek sînordarkirî di jiyana kar de cih digrin, mafên xwe dixwazin. Jinên ku dixwazin azad bixebitin û bibin xwedî şert û mercên wan wekhev, dixwazin li welatên xwe hebûna xwe nîşan bidin. Li Mexribê di rojên dawî de bi taybetî ji bo jinên di jiyana kar de cih digrin û nû zarokên wan çêbûne ‘mijandina zarokan’ tê axaftin. Jin, diyar dikin ew ji vê mafê xwe bêpar in û dixwazin ev mafê ku hevpeymanên navneteweyî jî dixin bin temînatê bi kar bînin. Lê xwediyên kar bi jinan re ne di heman fikrê de ne û bikaranîna van mafan tê astengkirin.

'Jin ji mafên xwe bêpar tên hiştin'

Koordînatora Sekreteriya Konfederalîzma Xebata Demokratîk a Wekhevî û Mafên Jinên Kedkar Saîda Waed, diyar kir ku hinek xwediyên kar dayikên ku dixebitin ji saetên şîrdanê yên bi Qanûna Kar a Mexribê ji wan re ketiye bin temînatê bêpar dikin û ev yek jî dibe sedema bandorên derûnî. Saîda Waed, wiha axivî: "Dayikên ku şîr didin zarokên xwe, piştî betlaneya xwe ya zayîne xilas dikin û vedigerin karên xwe ji vê mafê bêpar dimînin û ev jî dibe sedem ku dayik ji sûdên tenduristiyê yên mijandina zarokan bêpar bimînin.”

'Divê ev maf li benda wijdanê xwediyên kar re neyê hiştin'

Saîda Waed, destnîşan kir ku bi binpêkirina Qanûna Kar re hem tenduristiya dayik hem jî zarok tê binpêkirin û wiha got: “Divê mirov bizanibe ku ev rewş dibe sedema tundiya derûnî. Divê li saziyan odeyên zarokan bên vekirin. Divê kargeh li gorî dayikên şîr didin zarokên bên dîzaynkirin. Piştgirîkirina dayikên ku şîr didin zarokên xwe, bandorek erênî li tenduristî û pêşeroja zarokên Mexribê divê bike. Ji ber vê yekê mijarek girîng e ku divê neyê paşguhkirin. Ev mijar gelek caran hat nîqaşkirin lê bi awayekî cidî nehat destgirtin. Divê mafê mijandina zarokan li benda wijdanê xwediyên kar neyê hiştin û ji bo vê sererastkirinên pêwîst bên kirin.”

Qanûn heye lê nayê pêkanîn

Saîda Waed, der barê mafên dayikan ê mijandina zarokan de jî wiha got: "Qanûna Kar a Mexribê, ji bo jinên kedkar ên şîr didin zarokên xwe, hukmên erênî anîbû. Mînak, di xalên ji 152 heta 165’an yên têkildarî dayiktiyê de, dayika karker ji dîroka ku dest bi kar dike vir ve mafê wê heye ku heta 12 mehan ji alikariyên rojanê sûdê bigre. Divê piştî zayîne demjimêrên kar li gorî qanûnê bên dîzaynkirin û mûçeya tam were dayîn.”

Saîda Waed, diyar kir ku li gorî Qanûna Kar a Mexribê, ji bo kargehên ku herî kêm 50 karkarên wî heye hebûna odayên mijandina zarokan mecbûrî ye û wiha got: "Di meriyetê de şert û mercên ji bo pitîkên nû ji dayik dibin, rêziknameyên parastina mekanan û misogerkirina pêdiviyên tenduristiyê hene, lê nayên pêkanîn. Ger xwediyên kar qanûn bi cih bînin, wê pirsgirêkên dayikên şîr didin zarokên xwe bê çareser bikin."

'Jin ji mafên xwe bê agahdar in’

Saîda Waed, da zanîn ku piraniya dayikên dixebitin ji zagonan bê agahdar in û wiha axivî: “Ji ber ku jin ji mafên xwe bê agahdar in, gilî nakin. Qanûn zelal e û der barê xwediyên kar ên mafên dayikan binpê dikin de di navbera ji 2000 dirhem (200 dolar) heta 5000 dirhemên Mexribê (500 dolar)  de cezayên pereyan hene. Ev ceza dema ku xwediyê kar ji bo mijandina zarokan saetek destûr nade dayik tê, dayîn. Mixabin ji ber ku jin daxwaza mafên xwe nakin di mehên ewil de dev ji mijdana zarokên xwe berdidin. Ev rewş derdixe holê ku mafê mijandina zarokan a dayikan tê binpêkirin. Weke ku tê zanîn di pitîkan de di mehên ewil de pirsgirêka xew çêdibe û dayik nikarin bi şev xew bikin. Dayik, neçar dimînin di saetên şevê de gelek caran şiyar bibin û ev yek were berçavgirtin.”

Daxwaz û pêşniyar

Saîda Waed, di dawiyê de têkildarî mijarê wiha got: “Divê ji bo dayikan mafê mijandina zarokan bê dayîn, hemû şert û mercên di dema mijandina zarokan de tên kirin li ber çavan bên girtin û divê zagon bi awayekî ku mafên dayikê bixin bin temînatê bên pêkanîn. Ger ev hemû bên pêkanîn, wê dayikên kedkar xwe aydê saziya xwe bibînin û nirx bidin saziyê û hilberîna xwe zêde bikin. Ji bo derbaskirina hemû pirsgirêkan dibe ku bi milyonan jinên kedkar ên di temenê biçûk de li zarokên xwe binêrin û mafê mijandina zarokan a dayikan ji bo berjewendiya dayikan bê berçavgirtin, divê zêdetir hewldan bên nîşandan.”