Jinên Kapîsayî li hemberî qanûnên Talîbanê serî natewînin

Jinên xwepêşander ên li dijî qanûnên Talîbanê yên li dijî jinan bêdeng namînin, wiha got: "Em ji zext, gef, girtin û îşkenceya Talîbanê natirsin. Em ê li ser rêya ku me hilbijartiye bidomînin. Tirsa me ye. Divê ev deng bên qutkirin."

BAHARAN LAHÎB

Kabîl – Parêzgeha Kapîsa yek ji parêzgehên piçûk lê girîng ê Efganistanê ye ku li bakurê rojhilatê Kabîlê ye. Kapisa bi dîmenên xwe yên xwezayî yên xweş, baxçeyên xweş, çemên bi bereket û berhemên çandiniyê yên curbecur ên wekî tirî, sêv û navdar e. Kapîsa ku di warê dîrokî de jî xwedî cihekî girîng e, mazûvaniya hatina gelek çand û şaristaniyan kiriyê. Pêkhateya etnîkî ya Kapîsa bi giranî ji Tacîk, Paştûn û etnîsîteyên din pêk tê. Wek parêzgehên din ên Efganistanê, di dilê wê de madenên wek mermer, ginc û zimrûd hene û dahata van jî dikeve berîkên desthilatdarên neqanûnî û sûcdar.

Têkoşîn û hêza gerîla ya li Efqanîstanê

Parêzgeha Kapisa piştî êrîşa Amerîka û NATO ya li ser Afganistanê veguherî yek ji navendên leşkerî yên girîng ên Fransiyan. Yek ji armanca rûniştina wan dabînkirina ewlehiya xelkê, şerê li dijî serhildêran bi taybetî Talîbanê û alîkariya ji nû ve avakirin û pêşxistina deverên xwecihî bû. Lê belê soza ku Fransiyan dabû gel pêk nehat û di encama şer û êrîşan de gelek malbatan hezkiriyên xwe ji dest dan. Li bejahiya Kapisa û derdora wê rê, nexweşxane û dibistan tune ne. Talîban, bi şiklê xwe yê herî hişk, niha sloganên vala yên bîst salên dawî yên ku Amerîka pêşengiya wê dike, didomîne.

Akbar û Bilal, du birayên rêzdar ên ku li parêzgeha Kapisa li dijî hêzên leşkerî yên Fransayê şerekî gerîlatî kirin. Ew hêzên derve wek dagirkerên axa xwe didîtin. Li hemberî vê yekê rawestiyan û piştre di encama komployekê de herdu jî hatin kuştin. Têkoşîn û hêza gerîla ya her du birayan weke hêzên Talîbanê nedihat dîtin, ji wan re digotin mirovên serbixwe û welatparêz.

Niha parêzgeha Kapîsa jî weke herêmên din ên Efganîstanê di bin kontrola Talîbanê de ye. Jin li dijî zextên ku jinan ber bi întîxar, kuştin, girtin, zîndanîkirin û îşkenceyê ve dibin, biryardariya xwe ya berdewamkirina têkoşînê ji bo maf û azadiya xwe nîşan didin. Ji jinên li derveyî Kapisa destek ji bo çalakiyên jinên leheng ên li dijî desthilatdariya faşîst a Talîbanê heye. Jin dibêjin kes nikare me bêdeng bike.

Jin serî natewînin

Jinên vê parêzgehê bi awayên cuda têkoşîna xwe didomînin. Hinek bi lidarxistina civînên protestoyî yên biçûk û veşartî dijberiya xwe ya li dijî polîtîkayên Talîbanê nîşan didin. Wekî din, hin jin hewl didin ku perwerdehiya nefermî, jêhatîbûna teknîkî peyda bikin û bi avakirina torên herêmî û komên piştgiriyê re alîkariya jinên din ên civakê bikin. Jinên Kapisa huner û wêjeyê weke navgîneke protestoyê bi kar tînin, di nav de gotar, helbest û çîrokan dinivîsin ku şert û mercên jiyanê yên dijwar ên jinên ku di bin pêkanînên rejîma Talîbanê de ne.

Tepeserkirin û binçavkirina jinan nîşana hewldanek e ji bo bêdengkirina dengê xwepêşanderan û sînordarkirina çalakiyên civakî û mafên mirovan li Efganîstanê.

Jinên berxwedêr ên parêzgeha Kapîsa dibêjin: "Em ji zext, gef, girtin û îşkenceya Talîbanê natirsin. Em ê li ser rêya ku me hilbijartiye bidomînin. Tenê tirsa me bêdeng kirina me ye. Em hêvî dikin ku têkoşîna jinan wê bidome. Em ê hikûmeta Talîban hilweşînin."