Jinên kantona Firatê bi xeml û rengê xwe herikîn qada 8’ê Adarê

Bi hezaran jinên kantona Firatê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyeke girseyî pîroz kirin û soza misogerkirina azadiya xwe dan.

Kobanê- Bi dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” îro bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêxistina Kongreya Star li gelek deran pîrozbahiyan li dar xist. Bi hezaran jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî û hilgirtina wêneyên jinên têkoşer, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên “Jin, jiyan, azadî” hilgirtin. Jin di destpêkê de li Taxa Nû ya Kobanê kom bûn û bi meşê berê xwe dan qada şahiyê ku pîrozbahiyê ya li Daristana Kobanê.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser 8’ê Adarê pêşkêş kiribû, hat nîşandan.

‘Bi helwest û hestên jinan em li qada pîrozbahiya 8’ê Adarê ne’

Paşê berdevka koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir axivî û got: “Em ê 8’ê Adara 2024’an bi bîrdoziya Rêber Apo, bi felsefeya jin, jiyan, azadî, bi têkoşîna jinên li çiyayan û bi berxwedana jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bikin sala gerdûnîkirina têkoşîna hevpar a jinan a li dijî pergalên serdest, paşverû desthilatdar ku hewl didin jinan bê vîn, hebûn, nasname, raman û hêz bikin. Me gelek hezaran caran ji bo planên van pergalan gotiye na, lewre em îro careke din jî dibêjin na ji koletî, dagirkerî, tundî, qetilkirina jinan, bindestî û zordariyê re. Bi helwest û hestên jinan em îro li qada 8’ê Adarê, em ê ala jin, jiyan, azadî bilind bikin, doza jinan mezintir bikin û azadiyê jî misoger bikin. Bi jinên azad re dê malbat, civak, şaristanî û derdûn jî azad bibe. Ji bo vê jî em di têkoşîna xwe de bi îsrar in em ê gotinên xwe bînin cih.”

‘Ji her demê zêdetir derfet di destên jinan de hene’

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî jî axivî û destnîşan kir kir ku ji her demê zêdetir derfet di destên jinan de hene ku rizgariyê bi dest bixin lewre divê vê derfetê baş bi kar bînin.

Di şahiyê de bênavber dirûşmên “jin, jiyan, azadî” û “bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Piştî axaftinan, bernameya hunerî bi Koma Peymangeha Vejîn a muzîkê, Koma şehîd Mizgîn a bajarê Şehbayê, Koma şehîd Barîn a Hîlala Zêrîn a muzikê, şano, hunermend Evîn Berewad, Koma govendê ya dayikan û hunermend Ehlam domiya.

Jinan li ber awazên hunermendan bênavber govend gerandin û dirûşm berz kirin. Şahî bi gerandina govendê û tilîliyan bi dawî bû.