Jinên Kairouanê bi qeyrana avê re rû bi rû ne

Jinên li herêmên gundewar ên parêzgeha Kairouan a Tûnisê, diyar kirin ku qeyrana avê gihîştiye asteke wisa, nikarin miriyên xwe jî bişûn û gotin ku ji bo bigihîjin avê her roj bi kîlometreyan rê diçin.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Li gorî statîstîkên Çavdêriya Civakî ya Tûnisê ya girêdayî Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê, di navbera salên 2019-2020’an de çalakiyên têkildarî daxwaza vexwarina ava bi ewle di rêza yekem de cih girt. Qeyrana avê ya li seranserê Tûnisê, bi taybetî li herêmên gundewarî yên parêzgeha Kairouan zêdetir e. Ji ber kêmhatina baranê û kêmbûna ava bendavan, qeyrana avê her ku diçe mezin dibe. Qeyrana avê herî zêde jî bandorê li jinan dike. Jin ji bo bigihîjin avê, neçar dimînin her roj bi kîlometreyan rê biçin.

Qeyrana avê gihîşt asta ku nikarin miriyên xwe jî bişûn

Aisha Taia ya li herêmên gundewarî yên parezgeha Kairouanê dijî, bal kişand ku qeyrana avê gihîştiye asteke wisa ku nikarin miriyên xwe bişûn û wiha got: “Ji bo şûştina cîrana xwe ya ku jiyana xwe ji dest da pêwîstiya me bi avê hebû lê me av peyda nekir. Em ji bilî avê tiştekî din naxwazin.” Aisha Taia, da zanîn ku ji bo pêwîstiya xwe ya avê misoger bikin neçar dimînin her roj ji 6 kîlometreyan zêdetir rê bimeşin û bi keran avê dikşînin û diyar kir ku di mehên havînê de jî rojê du caran ji bo avê diçin û tên.

'Em ji bo avê bi saetan dimeşin’

Ji jinan Jamîla Saad Al-Lawî jî diyar kir ku taxa lê dijî ne girêdayî şebekeya belavkirina avê ya neteweyî ye û da zanîn ku ji bo bigihîjin avê yekane riya wan xwegihandina ava li cihên din e. Jamîla Saad Al-Lawî, wiha got: “Em ji bo ji tankan avê tijî bikin, riyên dirêj diçin. Carna cîranên me yên bîrên wan hene, avê didin me.”

‘Jin neçar dimînin di riyên çal û xwar de derbas bibin’

Koordînatora Beşa Edaleta Jîngehê ya Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê ya li parêzgeha Kairouan Mounira Al-Majbrî jî diyar kir ku ji ber pirsgirêka avê jin zehmetiyan dikşînin. Mounira Al-Majbrî, destnîşan kir ku piraniya welatiyên Kairouanê, bi taybetî jinên li herêmên gundewar bi awayekî cidî pirsgirêka avê dijîn û wiha axivî: "Jinên ku ji ber berpirsyariyên zêde neçar dimînin bi rojê di karên çandiniyê de bixebitin, her roj vê pirsgirêkê dijîn. Jin ji bo peydakirina avê, xeterê digrin ber çavên xwe û neçar dimînin di riyên çal û xwar de derbas bibin. Ev rewş jinan bi her cure tundiya weke tacîz û tecawizê re rû bi rû dihelê.”

‘Jinên ku avê dikşînin pirsgirêkên fizîkî dijîn’

Mounira Al-Majbrî, destnîşan kir ku bi gelek jinan re ji ber avê dikşînin pirsgirêkên fizîkî yên weke êşa pişt çêdibin û da zanîn ku jineke ducanî ya avê dikişand zarok ji ber çûye. Mounira Al-Majbrî, destnîşan kir ku jinên li herêmên gundewarî yên Kairouanê ji ber tevliheviya di pergala avê de tê jiyîn jî ji mafên xwe yên avê bêpar tên hiştin û wiha got: “Divê êdî di Zagona Avê ya nehatiye erêkirin de, reformek were çêkirin. Hikûmeta ku berpirsyariyên xwe pêk nayne divê êdî pêdiviyên serdemê pêk bîne.”

Mounira Al-Majbrî, diyar kir ku piştî şoreşê heta niha qeyrana avê zêde bûye û destnîşan kir ku qeyran bi taybetî gihîştiye astekî ku gef li tenduristî û jiyana welatiyên li herêmên gundewaran dixwe. Mounira Al-Majbrî, destnîşan kir ku wek mafê avê gelek mafên jinan ên di zagonan de cih digrin nayên bicîhanîn û xwest jinên li herêmên gundewar dijîn ji bo girtina mafên xwe bi biryar bibin û têkoşîna xwe berdewam bikin.