Jinên ji wargeha Mexmûrê: Em ê serî netewînin
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî diyar kirin ku ew tu caran li hemberî êrîş û gefên dewleta Tirk serî natewînin û wê her dem li ber xwe bidin.
BERJÎN KARA
Mexmur – Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar mabûn koçberî Başûrê Kurdistanê bibin, li her cihê ku bi cih dibin rastî êrîş û gefên dewleta Tirk û PDK’ê dihatin. Herî dawî jî di sala 1998’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi cih bûn. Wargeha ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekê fermî tê naskirin, di roja me de bi êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê re rû bi rû ye.
Ji Nîsana 2017’an ve heya niha wargeha Mexmûrê rastî êrîşên dewleta Tirk tê û her wiha ji aliyê PDK’ê ve ji roja 19’ê Tîrmeha 2019’an vir ve rêgirî û ambargo li ser wargehê tê pêkanîn. Ji ber êrîşên li ser wargehê û bênavber gera balafirên bê mirov ên dewleta Tirk, derûniya şêniyên wargehê xirab dibe.
Welatî tên hedefgirtin
Her roj bê navber balafirên bi çek û bê mirov yên dewleta Tirk li ser wargeha Mexmûrê digerin. Heta niha gelek caran êrîş pêk anîne û gelek kesan di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî di 29’ê Tebaxa 2022’an de bi balafirên bi çek û bê mirov şêniyê wargehê yê bi navê Ebuzêd Dêrhînî li ber deriyê mala xwe hat hedef girtin û jiyana xwe ji dest da.
Di 3’ê Adarê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd serdana Tirkiyeyê kir û bi serokê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Bêguman liv û tevgera balafiran a li ser wargehê her dem hebû lê piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê ya Tirkiyeyê tevgera balafirên keşfê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmurê zêde bû.
Jinên ji wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî li hemberî êrişan bertekên xwe anîn ziman û gotin ew heya niha li dijî her cûre êrişan li ber xwe dane û dê li vir û şûnde jî li ber xwe bidin.
‘Armanca wan ew e ku gelê wargehê bitirsînin’
Oznur Kaya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wê ev sal bibe sala serkeftina gelê Kurd û wiha got: “Ev êrîşên ku li ser me, wargeha Mexmûr û Şengalê 24 saetan bi balafirên bê mirov didomin, bandora xwe li ser gel û zarokan dike. Ger ku hikumeta Iraqê û PDK’ê riya hewayî li dewleta Tirk girtibûna ev êrîş çênedibûn, balafirên bê mirov heya êvarê li ser me nedigeriyan. Ew çi dikin bila bikin heta niha li Zap, Avaşîn û Metînayê bi ser neketine, bi balafirên xwe yên bê mirov û êrîşên xwe yên din jî dê bi ser nekevin. Armanca wan ew e ku gelê wargehê bitirsînin. Dibêjin ger em li ser wan bigerin û 24 saetan êrîşên hewayî pêk bînin wê wargeh belav bibe. Lê ev wargeha ku heya niha ji koçberiyê re bûye war, cihê mar û dûpişkan bûye, ji niha û pê ve jî vala nabe. Em tu caran wargeha xwe bernadin, ev wargeha ku me tê de şehîd dane, me zarokên xwe di vê wargehê de winda kirine.”
‘Dixwazin me bixin nav qalibek’
Oznur Kaya, bal kişand ku yên herî zêde ji van êrîşan bi bandor dibin zarok û jin in û wiha domand: “Dewleta Tirk jixwe dijminê me ye lê PDK hê jî dev ji xiyaneta xwe bernade. Jixwe wargehek derdora wê dorpêçkirî ye, riya Hewlêrê jî girtiye û em li ser xaka Iraqê ne ji ber vê yekê divê hikumeta Iraqê vê yekê neke. Derdora me dorpêç kirin, dixwazin derdora me têl bikin, me bixin nava qalibek û deriyek tenê ji me re bihêlin. Em vê yekê qebûl nakin wek jineke li wargeha Mexmûrê ku ev 25-26 sal in em koçber in tiştek nemaye me bi çavên xwe nedîtibe ji destêm PDK, Iraq û dewleta Tirkiyeyê. Yê ku herî zêde ji vê yekê bi bandor bûne jî jin in, ji ber ku hem zarokên xwe winda dikin hem jî jiyana zarokên xwe didin ber çavên xwe.”
‘Em nikarin biçin nava sewalên xwe’
Yek ji şêniyên wargehê Helîm Îşlek jî diyar kir ku ew ji ber êrîşên dewleta Tirk ji warê xwe koçber bûne û wiha got: “Dixwazin wargehê bidin valakirin, li Rojava jî heman tiştî dikin. Me bi hezaran şehîd dan bi sedan mirovên me şehîd ketin li van deran, gelê me nikare derkeve derve ji ber balafirên dewleta Tirk bi şev û roj digerin em nikarin biçin nava sewalên xwe jî. Em ji ber dewleta Tirk reviyan hatin, malên me şewitandin, mirovên me qetil kirin û em neçar man koçber bibin. Piştî ku em ji Tirkiyeyê hatin başûrê Kurdistanê jî dewleta Tirk û PDK’ê careke din êrîşî me kirin. Bi qasî 90 rojan nan nedan me, mirovên me li wan deran şehîd ketin lê me tu carî serî li hemberî dewletê netewand. Dema ku em hatin wargehê, ev der hemû dûpişk, mar û toz bû lê me ji tunebûnê hebûn ava kir bi îradeya xwe.”
‘Em îradeya xwe teslîm nakin’
Helîm Îşlek, li hemberî êrîşên li ser wargehê helwesta xwe anî ziman û got: “Dema ku dewleta Tirk êrîşên hewayî li ser me pêk tîne, hikumeta herêmê tê dibêje, ez hatime serdana we. Wê demê çima hûn ji dewletê re nabêjin em qebûl nakin hûn êrîşê xaka me bikin. Baweriya me bi hikumeta herêmê û Iraqê nayê ji ber ku dema DAIŞ jî hat ew li vê derê bûn û me hişt û çûn. Çima dixwazin derdora me têl bikin, ev hemû plan û proje ne. Çiqas li ser me plan û proje daynin jî em îradeya xwe teslîm nakin.”