Jinên ji Tebqayê: Netewa Demokratîk banga azadiya jinan dike

Jinên ji Tebqayê ya 7 sal berê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin bi boneta 7’emîn salvegera rizgarkirina Tebqayê bal kişandin li ser pergala Netewa Demokratîk û gotin: “Pergal banga azadiya jinan û parastina mafên wan dike."

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 21 Adara sala 2017’an de ragihand ku wan dest bi operasyona rizgarkrina kantona Tebqayê kirin. Pengava rizgarkirinê ya navê "Xezaba Firatê" lê kirin, 48 rojan berdevam kir û 10’ê Gulana 2017’an de rizgarkirina bajêr hat ragihandin. Di wê demê de Tebqa ji taritiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû. Di 7’emîn salvegera  rizgarkirina kantona Tebqayê de jinên kantonê diyar kirin ku rizgarkirina Tebqayê di jiyana wan de qonaxeke nû daye vakirin her wiha destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe xurttir bikin.

‘Rizgarkirina Tebqayê ji bo jinan gavekî dîrokî bû’

Rêvebera Encumena Jinên Zenûbyayê ya kantona Tebqayê Huda El-Elî derbarê 7’emîn rizgarkirina Tebqayê û ji sala rizgarkirinê heya aniha destkeftiyên jinan axivî û wiha got: “Rizgarkirina Tebqayê bi taybet ji bo jinan gaveke dîrokî bû, xala sereke ya xilasbûna ji taritiya DAIŞ’ê bû. Ev jî bi saya keç û xortên me ye ku bedelên giran ku di oxira rizgarkirina vê xaka xwe de dan."

Huda El-Elî di berdevamiya axaftina xwe de piştî 7 salan ji rizgarkirinê guhertinên ku di jiyana jinan de çêbûn de wiha anî ziman: “Guhertineke mezin di jiyana jinan de çêbû. Dema çeteyên DAIŞ’ê van deran dagir kir bi salan jin hatibûn paşguhkirin, pişaftin û çewisandin. Lê piştî rizgarkirinê jinan dikarîbûn rastiya xwe û dîroka xwe nas bikin, her wiha jinan rola xwe di rêveberiyên leşkerî, siyasî, civakî û aborî de lîstin, li kêlek mêran cihê xwe di sîstema rêveberî û hevserokatiyê de jî girtin.”

‘Jinan bi pergala netewa demokratîk xwe pênase dikin’

Huda El-Elî diyar kir ku şoreşa di herema Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê de hatiye avakirin gelek destkeftî û serkeftinên jinan çêbûye û wiha li axaftinên xwe zêde kir: “Rola jinan di hemû karan de heye. Jin di hemû sazî û kantonan de kar dikin. Di demên dawî de jî dengê xwe di hilbijartinên pêşwext ên şaredariyan de bikar anîn. Ji ber ev nimûne tecrubeyeke nû ye û ji bo cara yekê li Rojhilata Navîn çêdibe. Her wiha belgeyeke ku çiqas jin dixwazin xwe pêş bixin û serkeftinan bi dest bixin. Hejmareke rêxistin û kesayetên jin roleke girîng û xuyayî di zanekirina jinan û azadiya wan de lîstin. Bi riya lidarxistina panel û werşeyên kar de jinan bi têgeha pergala netewa demokratîk xwe pênase bikin. Ji ber ev pergal banga azadiya jinan û parastina mafên wan dike."

‘Dewleta Tirk bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze jinê lawaz bike’

Huda El-Elî balkişand ser polîtîkayên şerê taybet ku li ser jinan tê pêkanîn û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk û sîstemên desthilatdar dixwazin îradeya jina bi hêz û azad tune bikin lê em tu carî li hember êrîşan teslîm nabin û emê têkoşîna xwe berdewam bikin.” Huda El-Elî di dawiyê de teqez kir ku ew ê li ser xeta cangoriyên xwe bin û soz da wan ku destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin biparêzin û dengê pergala  xwe ya netewa demokratîk bigihînin hemû cîhanê.

‘Jin xwediya biryarên siyasî û civakî ye’

Endama Encumena Cîbicîkar ya Tebqayê Cûrî Ehmed jî rizgarkirina Tebqayê bi destpêkirina riyeke nû ku jinan ber bi azadiyê ve dibe bi nav kir û wiha axivî: “Bi avakirina Rêveberiya Xweser û damezrandina saziyên sivîl, leşkerî û jinan de, jinan bi riya beşdariya xwe roleke mezin lîst û di hemû karan de cihê xwe girt. Jin îro xwediya biryarên xwe yên siyasî û civakî ye ji ber wê baweriya jinan bi wan heye û xwedî îradeyeke xurt in.”

Cûrî Ehmed bang li hemû jinan kir ku xurt û bi îrade bin, li pey şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin û li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê têkoşîna xwe dewam bikin.

‘Jin di dema DAIŞ’ê de ji rastiyan dûrbûn’

Endama Encumena Sivîl Emîra Hemo li dijî jinan binpêkirinên hovane yên dema DAIŞ’ê gelek deveran dagirkiribû wiha anî ser ziman: “Jin di wê demê de ji rastiyan dûr bûn, nizanîbûn çi li derûdora wan çêdibin, demeke tarî bû, jinan nikarîbûn ji mala xwe derkevin, cilên reş li xwe dikirin û nikarîbû biaxivin û dengê xwe bilind bikin.”

Emîra Hemo qonaxa rizgarkirinê weke vegera jiyanê bi nav kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jidayîkbûneke nû bû, jidayîkbûna fikreke azad bû, jin di canekê bê ruh de jiyan dikirin lê niha endameke çalak di civakê de ye.”