Jinên ji Suweydayê: Êdî bes e ji bêedaletiyê re

Li parêzgeha Suweyda ya Sûriyeyê mehek e xwepêşandanên gel berdewam dikin, Şahîra Tarudî ku beşdarî xwepêşandanan bû got: “Êdî bes e, bêedaletî û zilmê re.”

Suweyda– Xwepêşandanên gel li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê ku di roja xwe ya 38’emîn de didomin. Gel bi daxwaza guhertina siyasî, guherîna hikûmeta Şamê û bidawîkirina krîza siyasî ya li Sûriyeyê çalakiyên xwe didomîne. Yek ji daxwazên xwepêşanderan cîbicîkirina biryara jimare 2254 ku di sala 2015’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo dabînkirina agirbesteke awarte li Sûriyeyê û gihîştina çareseriyeke siyasî li wî welatî hatibû standin.

Kesên ku beşdarî xwepêşandanên Suweydayê bûne; dan zanîn ku ew ê daxwaza guhertina aştiyane, ya demokratîk bidomînin.

Ji jinên xwepêşander Şahîra Tarudî jî diyar kir ku jin ji ber gelek sedeman beşdarî çalakiyan bûne û destnîşan kir ku divê jin di nava civakê de rola xwe bilîzin. Şahîra Tarudî anî ziman ku qanûn rayeya biryardayînê nadin jinan û got: “Em di her qadê de hêza jinan dixwazin. Êdî bes e, ji bêedaletî û zilmê re.” Şahîra Tarudî ji bo pêkanîna biryara 2254’ê ya Neteweyên Yekbûyî jî got: “Ev tevger aştiyane ye û em naxwazin dilopek xwîn jî bê rijandin. Gel bi daxwaza xwe derdikeve qadan û armanc guhertin e.”