Jinên ji Serhedê gihiştin Meletî

Jinên ku duh bi dirûşma "Hevgirtina jinê dide jiyandin" ji bajarên Serhedê derketin rê, dê pakêtên pêdiviyên ku berhev kirin li Meletiyê bidin mexdûrên erdhejê.

Meletî – Jinan di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê ya ku Tevgera Jinên Azad (TJA) di 25’ê Şibatê de bi dirûşmeya "Hevgirtina jinê dide jiyandin"  û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di 26’ê Şibatê de bi dirûşmeya “Em ne bi tenê ne, bi hev re/Jin, jiyan, azadî” de, li bajarên erdhej bandor kir dest bi hevdîtinê kirin.

Jinên ku bi rojan li gelek bajarên Serhedê amadekariya xwe dikin, bi TIR’ên ku malzemeyên pêdiviyan bar kirin ber bi Meletiyê ve rê ketibûn. Jinên gihiştin Meletiyê li Navenda Koordînasyonê ya Krîzê paketan vala kirin. 

Pêdiviyan dê bidin jinên mexdûrên erdhejê

Bi dirûşma "Hevgirtina jinê dide jiyandin" li bajarên Wan, Agirî, Îdir, Bedlîs, Erzirom, Mûş û Colemêrgê alîkarî hatin komkirin û hezar û 634 pakêt hatin amadekirin. Pakêtin ku hatin amadekirin dê ji hêla 42 dilxwazê jinan li herêmên erdhejê bên belavkirin.