Jinên ji Minbicê: Me bi felsefeya Abdullah Ocalan hebûna xwe nas kir
Jinên ji pêkhateyên cûda yên li Minbicê dijîn dibêjin ku ew bi saya raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe û hebûna xwe nas kirine, bang li CPT kirin ku demildens bi erka xwe rabe.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM
Minbic – Jinên bajarê Minbicê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji rêxistinên mafên mirovan û rêxistina CPTê daxwaza daxuyaniyeke lezgîn der barê rewşa Rêberê kurd Abdullah Ocalan de kirin.
Dagirkeriya Tirk ji sala 2021’ê ve tecrîda li ser Rêberê kurd Abdullah Ocalan zêdekir kiriye, nahêle bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Jinên bajarê Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe xwestin bi lezgînî der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Ocalan de agahiyeke zelal were girtin û daxuyanî bên dayîn.
‘Pêwîste Rêber Apo di nav gelê xwe debe’
Der barê vê mijarê de Zehîde Ishaq a ji pêkhateya Çerkez e got: “Ji demek dirêj ve ye tecrîda li ser Rêber Ocalan giran kirine. Lê li gorî zagonên navneteweyî tu sedemên wê tecrîdê nîn in. Rêber Ocalan di şert û mercên dijwar de dijî, ji ber wê em ji hemû saziyên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî dixwazin ji bo rakirina tercrîdê di warê hiqûqî de çi pêwîst dike bikin.”
Ganîme Taha ya ku ji pêkhateya Tirkmen e desnîşankir ku ramanên rêberê kurd Abdullah Ocalan bandore li ser hemû pêkhatiyan kiruye û wiha gotinê xwe domand: “Ramanên Rêber Ocalan rê li pêşiya jinên Tirkmen vekir ji bo hebûna xwe îsbat bikin û cewher û rastiya xwe bizanibin her wiha rê ji bo tevlibûna jinên Tirkmen vekir ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser de cih bigrin. Girîng e Rêber Ocalan di nava gelê xwe de be ne di nava dîwarên girtîgeha Îmraliyê de.”
Fatme Beko ji pêkhateya Kurd e dibêje: “Rêber Ocalan jinan ji qaliban azad kir. Jinan ji fikrên Rêber Ocalan hêz girtin û mafên xwe girtin.”
‘Bi saya Rêber Apo jinên Ereb ji qalibên xwe derketin’
Rwêda Hêndel ji pêkhateya Ereb e aşkere kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bi salan e didome û wiha got: “Weke jinên Ereb me bawer nedikir rojekê jin ji qalibên civakê derkevin lê bi saya raman û felsefeya Rêber Ocalan em dikaribûn xwe û hebûna xwe nas bikin û di hemû waran xwe ji qeyd û bendan rizgar bikin. Em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin heta tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe. Tirkiye û dewletên din dibînin ku hebûna Ocalan ji derveyî girtîgeha Îmraliyê li ser pergala wan a kapîtalîst metirsîdar e. Ji ber wê tecrîdê li ser Rêber Ocalan girantir dikin, em ê xebat û berxwedana xwe berdewam bikin da ku tecrîd were rakirin.”
Emîne El-Jerah jî teqez dike ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin heta Rêber Ocalan rizgar bibe.