Jinên ji Mahabadê: Aştî pêvajoyeke dualî ye
Bi hemleyeke dîrokî ya di pêşengiya jinan de, 30 şervanên PKK’ê ji bo destpêkirina aştiyê li Şikefta Casenê ya li Başûrê Kurdistanê çekên xwe şewitandin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê der barê vê roja dîrokî de nêrînên xwe anîn ziman.

VIYAN MEHRPERWER
Mahabad – Li Rojhilata Navîn a endnîgariyek berfireh ku zilm û zordarî her dem gelê xwe dixe bin siyê û şopên şerê bixwîn li her derê tê dîtin; Kurdên li Bakurê Kurdistanê bi sedan salan e di bin zextên giran ên hikûmeta Tirkiyeyê de ne.
Ev zilm bû sedema avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê û têkoşîneke çil salan a çekdarî. Ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve heta biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê, ber bi aştiyê ve gavên dîrokî hatin avêtin.
Bi merasîmeke sembolîk a destpêkirinê aştiyê re, 30 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di 11’ê Tîrmeha 2025’an de li Şikefta Casenê ya nêzî navçeya Dukana bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, çekên xwe şewitandin. Merasîma ku 15 gerîlayên jin û 15 gerîlayên mêr bi sembolîk çekên xwe şewitandin, ji aliyê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ve hat birêvebirin. Merasîm gava ewil a pêvajoya bêçekirinê ya pir qonaxî ya tê payîn heta Îlona 2025’an bidome ye. Ev pêvajo dê ne tenê bandorê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bike, di heman demê de dê bandorê li Kurdên li her derê cîhanê jî bike. Em ê di vê nûçeya xwe de nêrînên jinên Rojhilata Navîn ên der barê pêşeroja pêvajoya lihevkirinê û rola jinan de parve bikin.
‘Aştî pêvajoyeke dualî ye’
Têkoşîna çekdarî ya çil salan a hemû Kurdan û heta azadîxwazên din ên ji çar aliyên cîhanê, têkoşînek mafdar e. Şîla H. ya ji Rojhilatê Kurdistanê li ser vê têkoşînê dibêje: “Encama înkar, zext û qetlîama sedsalî ya li dijî Kurdên li Tirkiye û herêmê ye.” Xwendekara refa dawiya zanistên siyasetê Şîla H., der barê pêşengiya gelê Kurd a ji bo pêvajoya aştiyê de wiha axivî: "Heta niha bi hezaran girtî di girtîgehên Tirkiyeyê de ne û gelek dayik şînê digrin, li benda zarokên xwe ne. Şer ji bo tu kesê nayê qebûlkirin lê gelê Kurd ji zimanê xwe bêpar e. Ji bo tepisandina gelê me yê Bakurê Kurdistanê, polîtîkayên gelek hovane ketin meriyetê. Bi torosên spî bi hezaran mirov hatin revandin û windakirin. Li bajarekî weke Amedê ji bo zarok astengdar ji dayîk bibin, derziyan li jinên ducanî dan. Têkoşîna li dijî zextan, encama hêrsa li dijî bêdengiya civakê bû. Têkoşîna gelê Kurd bê sedem nehat destpêkirin.”
Şîla. H, bi pirsa ‘ger zext û înkara bi sedan salan ji ser gelê Kurd bê rakirin, wê çima şer bidomînin’ wiha got: “Gelê Kurd pêşengiyê ji aştiya ku encama têkoşîna bi dehan salane re dike. Lê aştî pêvajoyeke dualî ye û ger hikûmet û gelê Tirk vê yekê qebûl bikin û gavên şênber biavêjin, wê aştî li hemû herêman serwer bibe.”
Êşên hevpar ên gelê Kurd
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî pêvajoya aştiyê xwedî nêrînên curbecur in lê her yek ji van xwedî heman êşê ne, tevî vê jî bi daxwaza aştî û edaletê nêz dibin. Mînak jina bi navê Hero N. wiha dibêje: “Baweriya bi hikûmeta Tirk gelek zehmet e, ji ber ku di salên dawî de hezên Tirk ên di nava Îranê de bihêztir kir û di navbera Kurd û Tirkên li bajarên Urmiye, Mako Nagde û hwd. de cudakariyê ava kir lê em baweriya xwe bi Rêber Apo tînin. Em vê gavê bi nirx dibînin û weke me hemû cîhan jî li bendê ye ku hikûmeta Tirk niyeta xwe ya baş îsbat bike. Gelê Kurd û Tirk cîran in; ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê jî aştî pir bi nirx e.”
Her wiha jina bi navê Ameneh G. jî wiha got: "Di navbera me de kesên ji bo vê dozê şer kirine û şehîd bûne hene. Ev aştî ji bo hemû Kurdan girîng e. Fikara herî mezin a Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, bêîtaetiya aliyê din û ji nû ve destpêkirina zextan e. Em hêvî dikin platformeke demokratîk ku wê bandorê li dîktatoriyên din ên mîna Komara Îslamî bike bê avakirin.”
Înîsiyatîfa jinan aştî û şoreşa domdar
Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê derfeteke mezin e. Ev yek têkoşîna jinan jî digre nava xwe. Bi pêşengiya fermandareke jin a tevahiya jiyana xwe fedayê têkoşîna azadiyê kiriye, bi awayekî sembolîk û dilxwaz îmhakirina çekan, raya giştî aresteyî pirsên curbecur dike. Wekî ku Troska dibêje; “Di civak û çanda baviksalar de jin perçeyek têkoşînê ne.” Ev têkoşîn li hemû cîhanê jinan ji hev re dike rol model û xwedî qadeke bi bandor û bêkemasî ye. Têkoşîna çekdarî, şehadet û wêrekiya jinên Kurd, ji bo cîhanê mînak e lê ji bo şoreşa jinan û têkoşîna ji bo avakirina cîhaneke baştir tê dayîn wê bi dawî nebe. Pêşengiya gelek jinan a ji bo aştiyê, nîşaneyeya berdewamiya hewldanên jinan ên ji bo avakirina cîhaneke baştir, ji bo hemû kesan e. Têkoşîn wê heta azadiya jinan bidome û riya azadiyê ji vê riyê derbas dibe.