Jinên ji Lubnanê koçber bûne: Em bi rûmet li malên xwe dijiyan

Jinên ku ji malên xwe yên li başûrê Lubnanê neçarî koçberiyê bûne bi gotina ‘Em li malên xwe bi rûmet dijiyan’ bertek nîşanî tiştên jiyane dan û anîn ziman ku li cihên çûne di şertên zehmet de ji bo jiyanê têdikoşin.

FADIA JUMA

Beyrûd- Di ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de salek derbas bû. Ji 8’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha, başûrê Lubnanê bûye hedefa êrişan, gel piştî êrişên di 23’ê Îlonê de dijwar bûn, cara duyem ji cihê xwe bû. Hemwelatiyên ku koç kirine û îro xwe sipartine dibistanan ku weke spartgeh bi kar tînin, ji ber di pêvajoya şer de her tiştê xwe xerc kirine, nikarin malan bi kirê bigrin. Di polek de çend malbat dijîn û têkoşîna jiyanê didomînin. Li bajarê Sayda (Sîdon) ê li başûrê Lubnanê li qadên ku gel xwe spartinê pirsgirêka xwegihandina pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê berdewam dike.

‘Neqba careke din dubare dibe’

Nahla Hasan Eyup a 85 salî, ji bajarokê biçûk ê Houla yê li başûrê Lubnanê ku li sînorê Îsraîlê ye koç kiriye û hatiye cihê bicihbûnê yê li Sayda. Ji wan kesên ku di pêvajoya şer de du caran ji cihê xwe bûne ye. Nahla Hasa Eyub tiştên jiyane wiha anî ziman:

“Di destpêka şer de ez çûm Beyrûdê û 9 mehan li wir mam. Piştre vegeriyam bajarokê Şaqra yê li herêma Bint Jneil, ji ber li Houla mala me hilweşiya, beriya du hefteyan, ez bi hevjînê xwe yê bi kopal dimeşiya re em hatim vê derê. Kurên min çûn herêma Akarê ya li bakurê Lubnanê. Em negihîştin wan. Ez bibêjim, dîroka Houla bi xwe heye. Min qet bavê xwe yê di sala 1948’an de di dema komkujiya ji aliyê Îsraîlê ve hat qetilkirin de qet nedît. Neqba careke din dubare dibe. Ji sala 1948’an ve heta niha em jiyana xwe bi koçberiya ji bajarokek ber bi bajarokek din ve derbas dikin. Divê gelê me di vê pêvajoyê de piştevaniya hev bike.”

‘Îro tişta ku em lê digerin tenê cihekî bi ewle ye’

Necma Al- Rida ji bajarokê Yarun ê li herêma Bint Jneil ji cihê xwe bûye, ji bajarokê Ruweyş piştî êrişên Îsraîlê bajarok terk kirye û çûye Hosh Sour û wiha got: “Em li vê derê 10 mehan man. Ji ber xirabûna şertên aborî yên Lubnanê û ji derketina ji cihê xwe tê çi wateyê gelo hûn dizanin? Hevjînê min ê 88 salî, kurê min û neviyê min jî di nav de di malbata min de gelek kesên ku xwedî pêwîstiyên taybet û nexweş in hene û ew daîreya ku me bi kirê girtiye bihayê wê zêde ye. Îro tişta ku em lê digerin cihekî bi ewle ye, me tiştên xwe hilgirtin û mala xwe ya ku dihat bombebarankirin terkikand. Destpêkê em çûn Sayda û piştre jî çûn Cezzine.”

‘Em li mala xwe bi aramî rûmeta dijiyan’

Aya Ahmed ku ji bajarokê Al- Bisariya koçî bajarê Sayda kiriye wiha got: “Piştî ku bajarokê me hat bombebarankirin, em li Saydayê çûn dibistanek ku vegerandine stargehê. Li wê derê rewş gelek xeternak e ji ber em di odeyek de bi du malbatan re dimînin. Her roj xwarin û pêwîstiyên me yên taybet tên dabînkierin lê belê ev rastî bi xwe gelek zehmet e. Em li malên xwe bi awayekî bi rûmet dijiyan û îro tişta ku em dijîn ji bo me biçûkxistin e. Sê zarokên min gelek biçûk in, ez neçar im xwe li ber vê rewşê bigrim û tişta ku ez ji bo wan bikim tune ye. Me canê xwe rizgar kir û em bi cilên li ser xwe derketin. Pereyê me yê ku em malekê kirê bigrin nîn e. Ji ber buha gelek zêde ye û malên vala xilas bûne. Em neçar dimînin tuwalêtên di hewşa dibistanê de hevpar bi kar bînin û bi belavbûna mîkroban dibe ku nexweşî jî belav bibin.”