Jinên ji Lubnanê koçber bûne: Divê piştgirî bidome

Jinên ku ji ber êrişên Îsraîlê ji Lubnanê koçber bûn û niha li Dêrezorê bi cih bûne, diyar kirin ku Rêveberiya Xweser ji bo wan di nava hewldanan de ye û gotin: “Em hêvî dikin ku piştgirî di van mercên giran de jî bidome.”

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor- Piştî ku êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê di 23’yê Îlonê de zêde bûn; 19 hezar kes ji Lubnanê hatin herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Rêveberiya Xweser ji bo welatiyên ji Lubnanê hatine Navenda Krîzê ava kir û seferberî îlan kir.

Sama Hamed Al-Alî û Maryam Al- Xalid ên ku ji Lubnanê hatine Sûriyeyê, ji wê derê jî hatine kantona Dêrezorê herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, behsa rêwîtiya xwe ya koçberiyê kirin.

‘Rêveberiya Xweser ji bo me ket nava hewldanan’

Sama Hamed Al-Alî ya 60 salî ku ji Lubnanê hatiye, li navçeya Hecîn a kantona Dêrezorê bi cih bûye. Sama Hamed Al-Alî dibêje ku li gorî cihên din Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi ewletir e û diyar kir ku piştî zêdebûna êrişên Îsraîlê mala xwe terikandiye. Sama Hemed Al-Alî diyar ku di dema koçberiyê de zehmetiyên mezin dîtine alîkariya ji bo xwarin û çûnhatinê negirtine, wiha domand: “Cihê ku em çûn, rayedaran me xweş pêşwazî kirin. Li Lubnanê mirov di rewşek gelek zehmet de ne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Pêdiviyên ji bo nan, mazot û yên bingehîn tune ne. Dema em ji Sûriyeyê derbas bûn, 4 saet me girtin. Piştî wan mercen zehmet dema em gihîştin Hecînê, kêfxweşiyek ku nayê pênasekirin me jiya. Rêveberiya Xweser ji bo me ket nava hewldanan. Em ji hemû kesên ku piştgirî û alîkarî dane re spasî dikin. Em hêvî dikin ku hevkarî û hevgirtina di navbera kes û saziyan de, di van mercên zehmet de bidome.”

‘Em bi cilên li ser xwe ketin rê’

Maryam Al-Xalid a ji Lubnanê neçar ma koçber bibe got ku piştî 4 salan bi malbata xwe re vegeriyaye Dêrezorê û wiha domand: “Jiyana me li Lubnanê asayî bû, em dixebitîn, me debara xwe dikir. Dema ku şer derket û bombe hatin barandin, di nava tirs û xofê de em neçar man cihê xwe biterikînin. Me tu tiştek bi xwe re neanî, em bi cilên ser xwe ketin rê. Rêwîtiya me ya ber bi sînor ve pir zehmet bû. Maliyeta anîna kesek heta ber sînor 100 dolar bû. Piştî em sînor derbas bûn, 4 rojan em di riyan de man û dawiyê hatin Sûriyeyê. Ji ber ku pereyê me tunebû, me gelek zehmetiyan kişand. Li ser sînor gelek mirov kom bûbûn.”

‘Em nafikirin paşve vegerin’

Maryam Al-Xalid diyar kir ku dema gihîştine Şamê dîtine ku li otelên vala bihayê odeyan pir zêde ye û li gelek otelan jî odeyên vala nedîtine û wiha bi dawî kir: “Li Şamê bihayê rêwîtiya bi wesayîdên giştî jî zêde bû. Vê yekê jî zehmetiyên me duqat kir. Zarokên min digotin qey winda bûne. Di otobusan de ji ber cih tunebû, zarok di korîdoran de razan. Hefteyek weke ku me riya xwe şaş kiribe, em li kolanan geriyan. Piştî em gihîştin vê derê, me dît ku ev der bi ewle ye û me biryar da em bimînin. Ji bo pêdiviyên bingehîn me ji saziyên têkildar alîkarî xwest. Ji ber ku em vegeriyane welatê xwe rewşa me baştir e em xwe di ewlehiyê de hîs dikin. Tevî hemû zehmetiyan em ê li vê derê ji nû ve jiyana xwe ava bikin. Em êdî nafikirin ji vê derê biçin.”