Jinên ji konferansê: Li dijî newekheviya zayendî divê em dengê xwe bikin yek

Jinên beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Tecrûbeyên Tevgerên Jinê a ku li Beyrûtê bûn diyar kirin ku divê jin li dijî newekheviya zayendî ya herêmî û navneteweyî dengê xwe bikin yek.

SUSAN EBU GOT

Beyrût – Konferansa Navneteweyî ya Tecrûbeyên Tevgerên Jinê ku li Beyrûtê bi dirûşmeya “Li ser şopa Jin, jiyan, azadî” hate lidarxistin, berdewam dike. Seroka Weqfa Lêkolînên Zayenda Civakî û Hevgirtinê ya Urdunê Nada Haba Haddadin ku beşdarî konferansê bû girîngiya konferansê nirxand.

'Li dijî newekheviyê divê jin dengê xwe bikin yek'

Nada Heba Hedadîn, anî ziman ku divê jin li dijî newekheviya zayendî dengê xwe bikin yek û wiha got: “Divê yekîtiya jinan li ser asta herêmî û navneteweyî pêk were. Jin ji ber hişmendiya baviksalarî rastî gelek zehmetiyan tên. Ji bo zagonan jî em dibînin ku qanûnên gelek welatan ji bo parastina jinan û dabînkirina mafên wan nehatine amadekirin. Ji bo vê jî girîng e jin mafên xwe bi dest bixin.”

‘Divê bi tifaqên jinan peyamên hevpar bidin civakan'

Damezrînera Yekitiya Taybet a Têkoşîna Li Dijî Kiryarên Zirardar ên Li Dijî Jin û Zarokan a li Misirê Randa Fexrî El-Dîn jî got, "Divê têkoşîna jinê were fêmkirin û ger baştir were ravekirin, ez difikirim ku wê piştgiriya civakî bê dayîn. Divê bi nêrîneke hevpar her kes biaxive.. Di hemû civakan de têgîn yek in û dê pêk werin. Divê bi tifaqên jinan peyamên hevpar ji civakan re bên dayîn."