Jinên ji Kobanê: Ji bo kujer daxwaza cezeyê giran dikin

Meclisa Edaletê ya kantona Kobanê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kobanê bi daxuyaniyên cuda der barê kuştina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo ku ji aliyê malbatê ve hatiye qetilkirin dan.

Kobanê-Di 30'ê Hezîranê de zaroka bi navê Îda El-Seîdo bi temen 13 salî ji taxa El-Zihûr a girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi destên malbata xwe bi rengekî hovana hat qetilkirin. Wehşiyeteke pir mezin li ser Îda hat kirin, destpêkê ew bi keviran hat recmkirin, paşê bi çekê kujeran dawî li jiyana wê anîn. Bi armanca şermezarkirina bûyerê, li Kobanê û bajarokê Sirînê daxuyaniyên cuda hatin dayîn. 
Endamên Meclisa Edaleta Jin a Kobanê li Akadimiya Şehîd Şîlan kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Jin a kantona Kobanê Berîhan Mislim ve  hat xwendin wiha bû: "Cinayet di bin navê (şeref-namûsê) de heta niha jî li hemberî jin û zarokan tên kirin. Jin du caran tên qetilikirin cara yekemîn di bin navê (şerefê) de û cara duyemîn jî bi veşartina bûyerê û kujer. Qetilkirina jinan bi bihaneye (şeref ango namûs) hov û xerabtirîn cureyên tundiya li ser jinan e. Ev tundî bingeha xwe ji çanda paşverû ku jinan ji mêr kêmtir dibîne digre. Cînayetên bi vî rengî ne tenê der heqî kesek de ye lê belê bandora xwe ya civakî û derûnî li ser hemû nifşên pêşerojê heye û rêya ber bi azadî û pêşketinê digre. Li ser vê bingehê em wek endamên Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê, bûyera ku li Hesekê qewimiye şermezar dikin. Em daxwaza darizandina kujeran li gorî zagonên Rêbereriya Xweseriya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dikin."
 "Divê kujer werin cezakirin"
Di heman çarçoveyê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kobanê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li qada Jina Azad hate dayîn de, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Mala Jinan, Kongreya Star, Komîteya Tenduristiyê, komîn û meclis beşdar bûn. Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê Medya Mustefa Hisên ve hat xwendin wiha ye: "Di civakên ku bi hişmendiya mêrê serdest û zayendperest tên hikumkirin, jin rastî zordarî, tundî, bêmafbûyîn, qetilkirin û hwd. tên. Azadiya jinan zemîna avakirina malbat û civaka demokratîk û azad e. Asta pêşketina civakan, ji pêşketin û rola jinan a di avakirina civakê de diyar dibe. Lê bûyera ku li bajarê Hesekê çêbûye tevahî zagon, urf, rêgez, mafên jinan û exlaq binpê kir. Zaroka ku hatiye qetilkirin li dijî hişmendiya paşverû têkoşiya û serî li hember urf û kevneşopiyên mêrperest netewand. Li gorî zagonên jinan qetilkirina bi bihaneye (şeref) cinayeteke mezin e û divê kujer were cezakirin. Em weke Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk li herêma Firatê, vê cînayeta hovane şermezar dikin û cezayên herî giran ji bo kujeran dixwazin."