Jinên ji Kobanê: Hişmendiya cîhadîst xeteriya herî mezin e
Jinên ji bajarê Kobanê yê kantona Firatê bal kişandin li ser komkujiyên ku HTŞ’ê pêk tîne û anîn ziman ku hişmendiya cîhadîst a bi HTŞ’ê carek din zindî bû li ser pêşeroja jinan û Sûriyeyê xeteriyeke mezin e. Jinan gotin ku ew dê vê ferasetê qebûl nekin.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ku ev 9 meh in di rêveberiya demkî ya Sûriyê de ne, kiryarên weke çeteyên DAIŞ’ê li seranserî Sûriyê pêk tînin. Bi taybetî jî bi komkujiyên ku li peravên Sûriyê û Suweydayê li hember kêmnetewan ji Elewî û Durziyan pêk anîn re, metirsî û xeteriya binpêkirin û hişmendiya cîhadîst yên HTŞ’ê mezintir bûn.
Jinên ji bajarê Kobanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bertekên xwe li hember kiryarên cîhadîstên HTŞ’ê anîn ziman û xeteriya wê li ser pêşeroja jinan nirxandin.
‘Cîhadîstinên HTŞ’ê hêvî û bendewariyên gelê Sûriyeyê têk birin’
Nadiya Hiso bal kişand ser nakokiyên di axaftin û piratîka hikûmeta cîhadîst a Sûriyeyê de û got “Gelê Sûriyeyê ji bo ku mafê xwe di nava rêjîm û pergala Sûriyeyê de mîsoger bike, ev 14 sal in serî hildaye û bê navber têdikoşe. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di heman çarçoveyê de li dijî êrîşên dagirkeriyê û çeteyên DAIŞ’ê liberxwe dan. Lê mixabin ev 9 meh in ku ji aliyê HTŞ’ê ve heman kiryar û hişmendî xwe dide der. Careke din hêvî û bendewariyên gel û pêkhateyên Sûriyê di kesayeta HTŞ’ê û desthilatdariya ku niha li Şamê bicih bûne de, têk çûn. Bûyer û komkujiyên ku li hember Elewî û Durziyan pêk hatin, mînaka herî şênber a vê yekê ye. Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê propagandaya xwe dike û bi rengekî xîtabî civaka Sûriyeyê dike, lê di pratîkê de kirin û gotinên wan hev nagirin.”
‘Hişmendiya cîhadîst xeteriya herî mezin e’
Nadiya Hiso da zanîn ku ew artêşa nû ya Sûriyeyê napejirînin û wiha got: “Di nêzikatiyên li hember jinan de, em dikarin teqez bikin ku maf û hebûna jinan tê înkarkirin. Ev nêzikatî û kiryar ji bo me jinan metirsî û xeteriyeke mezin e. Piştî salên dirêj ji berxwedan û azarên ku hatin jiyîn, daxwazên avakirina jiyaneke hevpar û aram, em weke jin û hemû civaka Sûriyê jî bê guman qebûl nakin ku careke din jin di bin tarîtiyê de bimînin û hişmendiya cîhadîst li ser gel were ferzkirin. Ji bo vê pêdiviya me bi berzkirina helwest û nêrînên me heye, divê em vê pergala nû qebûl nekin û bi taybet cîhadîstên ku mafê gel û jinan di her warî de binpê dikin bi rengekî qanûnî û hiqûqî werin darizandin. Weke jin hêvî û baweriya bi artêşa Sûriyê ya nû tuneye, berovajî metirsiyên mezin hene û em vê artêşê weke xeteriyeke mezin a li ser pêşeroja Sûriyeyê dibînin.”
‘Çirûska hêviyê veguherî metirsî û xeteriyê’
Zeyneb Hesen jî got ku di 9 mehan de Sûriye ji her alî ve perîşan bûye û bi van gotinan behsa rewşa neyînî ya li Sûriyeyê kir: “Rewşa Sûriyê ji ber hişmendiya Rêjîma Baas’ê gelek xirab bibû, ji bo vê jî gel bi kelecaneke mezin li benda hilweşîna rêjîmê bû da ku bikaribin pergaleke nû ku bikeve xizmeta hebûna wan bûn. Kiryarên ku HTŞ’ê nîşan dan û şêwazê birêve birina Sûriyê, çarenûs û jiyana gelê Sûriyê ji berê xirabtir kir. Lewra jî em dibînin koçberî, komkujî, bê ewlehî û aramî, talan, wêran û birçîbûn zêdetir bûye. Belavbûna komên çete di Sûriyeyê de û weke artêşa fermî binavkirin, bandoreke neyînî ya mezin çêkir. Gelê Sûriyeyê êdî ji şer westiyan, ez bawer dikim ku di Sûriyê de malbatek tuneye ku ji vê aloziyê bandor nebûye. Lewra jî gel muxalefeta Sûriyeyê wek çirûskeke hêviyê digirin dest, lê di van 9 mehan borî de Sûriye perîşan bû û ev rewş berdewam dike.”
‘Yê ku vîna jinan carekê nas neke, jin deh caran wan nas nakin’
Zeyneb Hesen hêrsa xwe ya li hember rewşa jinan a li Sûriyeyê jî anî ziman. Zeyneb destnîşan kir ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê bi rengekî eşkere vîna jinan nas nake, ev jî tê wateya tunebûna vê rêveberiyê. Zeyneb wiha got: “Ezmûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngî û wateya hebûna rol û misyona jinan di rêveberî û pergalê de zelal dike. Jixwe pergalên demokratîk û wekhev bi yek reng û zayendê nayên avakirin, berovajî alozî û pirsgirêkan dijwartir dikin. Di welatekî ku jin nikaribe bi maf, nasname û vîna xwe bijî, em nikarin behsa mafê pêkhateyan yê jiyankirina bi ziman, çand û nasnameya wan jî bikin. Ji bo vê jî, rêveberiyeke ku maf û vîna jinan nas neke, em weke jin tu caran wan nas nakin û statûya wan qebûl jî nakin.”
‘Pêşeroja Sûriyeyê bi xwîna gelê wê tê xêzkirin’
Jina ciwan Rohilat Ebdî jî diyar kir ku Sûriye bi hişmendiya îslama cîhadîst tê birêvebirin û wiha pê de çû: “Weke jineke ciwan ku em geşedanên li Sûriyê dişopînin, ev kiryarên ku ji aliyê komên cîhadîst yên hikûmeta Sûriyê ve tên kirin weke bêpîvanî û bê ehlaqiyeke mezin li hember gelê Sûriyê dinrxînim. Qaşo dê pêşerojeke wekhev, demokratîk û azad ji bo gelê Sûriyê ava bikin, lê tişta li ser erdê derdikeve holê ku di bin navê îslama cîhadîst kiryarên xwe yên çeteyî berdewam dikin. Di van 9 mehên borî de tevlîheviyeke ne normal di Sûriyê de tê jiyankirin, kî çi dike û kî girêdayî kê ye ne diyar e. Ev çeteyên cîhadîst bê ser û ber berê xwe didin kêm netewan û bi xwînê pêşeroja Sûriyê xêz dikin.”