Jinên ji Kobanê: Dilê me bi gelê bakurê Kurdistanê re ye

Jinên ji Kobanê, ji bo erdheja ku navenda wê Mereş bû çend bajarên Bakurê Kurdistanê jê zirarê dîtin diyar kirin ku gelê bakur di dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de seferber bûne û gotin ku ew li ba gelê bakur in.

NORŞAN EBDÎ

Kobanê – Li Mereşê di 6’ê Sibatê de erhejeke bi bileya 7.7 û 7.6 çêbû. Erdhej li Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Adana, Osmaniye, Sûriye û bajarên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bû sedema hilweşîna malan, mirin û birîndarbûna bi hezaran mirovan. Li hinekî deran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn, li hinek deran jî didome û di bin xirbeyan de bi hezaran kes hene. Li gorî agahiyan hema bibêje li  hemû herêman, xebatên ji bo rizgarkirin û lêgerînê dereng dest pê kirine. Di serî de Kurd gelên din û jin ji bo piştgiriya bi erdhejzedeyan re seferber bûne. Gelên ku di bin Rêveberiya Xweser de dijîn û ew bi xwe jî ji erdhejê bi bandor bûne, dilê wan li bakurê Kurdistanê ye.

Jinên ku li Kobanê dijîn li ser erdheja di 6’ê Sibatê de çêbû axivîn.

‘Gelê bakur ji bo Kobanê her tiştî kir’

Cîhan Mustafa wiha axivî “Di 6’ê Sibatê de erdheja li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyeyê, li gelek bajaran bû sedema hilweşînê. Em jinên Kobanê êşa ku gelê Bakurê Kurdistanê dikşîne ji dil hîs dikin. Gelê bakur di şer û berxwedana Kobanê de piştgiriyek pir mezin da me û ji bo çeteyên DAIŞ’ê bi ser nekevin her tiştî kir. Ji bo parastina Kobanê zarokên xwe şandin şer. Niha dora me ye. Tevî sînorên di navbera me de jî em xwe li ba wan dibînin. Me dixwest em niha li ba wan bûna.”

‘Nahêlin mirov alîkariyê bikin’

Jina bi navê Samîra Ahmed jî bi pirsa “Mirovahiyê li ku ye?” got: “Tevî ku her der hiweşiyaye jî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li pey berjewendiyên xwe ne. Ji aliyê Rêveberiya Xweser a bakur rojhilatê Sûriyeyê ve, ji Sûriyeyê ji bo herêmên erdhejî di serî de şewate, bi dehan kamyonên alîkariyê hatin şandin lê çeteyên dewleta tirk nahêlin ev kamyon bigihîjin cihê xwe û aseng dikin. Tirkiye bi vê yekê nîşan dide ku bêwijdan e. Erdhejzedeyan di nava trajediyê de dihêle.”

‘Em êşa wan hîs dikin’

Leyla Ahmed jî wiha got: “Îro ji bajarê berxwedanê Kobanê, em bi jinên bakur re di nava piştgiriyê de ne û em êşa wan hîs dikin. Ji şer û karesatên wiha herî zêde jin zirarê dibînin. Divê cudakarî di navbera Kurd, Ereb û Tirkan de neyê kirin, edalet û wekhevî di navbera hemû gelan de pêk were.”