Jinên ji gundan berhemên xwe yên destan li Bojnurdê pêşan dan

Meryem Saedî diyar kir ku pêşangeha hunerên destan a li Bocnurdê hat vekirin, ji aliyê piştgiriya jinên herêmên gundewar ve gelekî xweş e û wiha got: “Ji ber ku li gundan binesaziyê û şert û mercên pêwîst nîne, em nikarin huner û zanaatê xwe bi pêş bixin.

SÛWEYDA XORASANÎ

Bojnurd – Li Îranê jinên ku li herêmên gundewar dijîn û û koçer in, tevî ku di malbat û civakê de rolên girîng dilîzin jî neçar dimînin di şert û mercên kar ên herî xirab de, bi dahata herî kêm û carna jî bê mûçe bixebitin. Jinên ku ji piştgiriya civakî jî bêpar in, bi awayekî cidî bi xizanî û tunebûnê re rû bi rû ne.

Li bajarê Bocnurd a eyaleta Xorasana bakurê Îranê bi armanca piştgirîkirina jinên gundan pêşangeheke "hunerên destan" hat vekirin. Jinên li gundan di navbera 27-28'ê Cotmehê de derfet dîtin ku berhemên xwe yên destan pêşkeş bikin. Di pêşangeha ku bi beşdariya jinên ji gelek parêzgehên din ên weke Kurdistan, Loristan, Urmiye (Azerbaycana Rojava) û Tebrîz (Azerbaycana Rojhilat) hat lidarxistin de 21 stand hatin vekirin.

'Li parêzgehên din jî beşdarî pêşangehan dibim'

Meryem Saedî ku yek ji wan jinên di pêşangehê de berhemên xwe yên destan û xalîçeyên destçêkirî nîşan daye, wiha got: “Ev çend sal in ji bilî çêkirina xalîçeyan bi hunera neynikê re jî mijûl dibim. Ez di dersên perwerdeyê de fêrî karê neynikê bûm. Ez beşdarî van pêşangehan dibim û berhemên xwe, çi li Xorasanê, çi li parêzgehên din, pêşkêş dikim.” Meryem Saedî da zanîn ku pêşangeh di warê piştgirîkirina jinên gundan de gelek baş in û wiha got: “Li gundan ji ber tunebûna binesaziyê û mercên pêwîst, em nikarin huner û berhemên xwe bi pêş bixin. Em nikarin bi vî awayî wek karekî mayînde lê binêrin.

‘Di van çend rojên dawî de min dahateke baş ji vê standê bi dest xist’

Meryem Saedî da zanîn ku ji ber dema kêm a pêşangeha îsal, tu kirê ji standan nayê girtin û wiha got: “Di van çend rojan de ez dikaribûm dahateke baş ji vê standê bi dest bixim. Di heman demê de dikaribûm li ser torên reklama karê neynikê û karê çêkirina xalîçeyan bidomînim. Gelek jinên ku hunera min dîtin, xwestin hînî vê hunerê bibin. Bi dîtina eleqeya ku jinên din nîşanî karê min dan, bêhtir baweriya min çêbû ez ji berê bi biryartir karê xwe didomînim.”