Jinên ji gelek deveran ketine ser rê dê li Maltepeyê bigihin hev

Jinên ji bo beşdarbûna “Mitînga Jinan a Mezin” ji gelek deveran ketine ser rê dibêjin: “Em dest ji Peyîmana Stenbolê bernadin.”

 
Navenda Nûçeyan – Rêxistinên Jinan û LGBTİ+ ên li hemberî paşvevekişîna Peyîmana Stenbolê derketine dê îro saet di 13.00’an de li Qada Çalakiyan a Maltebeyê kom bibin û bi durişma “Em dest ji Peyîmana Stenbolê bernadin” “Mitînga Jinan a Mezin” li darbixin. Ji bo mitîngê ji Bursa, Edremit, Trakya û gelek deverên dinê jin bi otobusan ketine ser rê û ber bi Stenbolê ve diçin. Dema li ser rê navber didin jin wêne par dikin û dibêjin “Em bi hev re dev ji Peyîmana Stenbolê bernadin.”