Jinên ji Amedê: Ger aştî çêbibe bila niha be
Jinên li kolanên Amedê ku me mikrofon dirêjî wan kir, diyar kirin ku gelê Kurd daxwaza pêvajoyek ji dil a aştiyê dikin û dan zanîn ku ji bo vê divê hemû gel bi hev re têkoşînê bidomînin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Desthilatdariya AKP-MHP yê ji raya giştî re der barê ‘pirsgirêka Kurd’ de peyam dan, di heman demê de êrişên xwe yên li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Di vê pêvajoyê de roja 23’ê Cotmehê de parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan yê Rihayê Omer Ocalan, li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê hevdîtinek pêk anî. Omer Ocalan peyama Abdulah Ocalan a “Heke şert û merc çêbibin ez xwediyê wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji bingeha şer û tundiyê veguherî bingeha hiqûqî û siyasî” ji raya giştî re ragihand.
Peyama Abdullah Ocalan û jin aştiyek çawa dixwazin li kolanên Amedê me ji jinan pirsî. Jinan gotin ku ‘Ger aştî çêbe, bila niha çêbe’ bang kirin ku divê ji bo vê têkoşîn were bilindkirin.
‘Êdî bes e’
Aysel Ertaş kir diyar ku li dijî qetilkirinan parastina aştiyê dikin û wiha got: “Em êdî dibêjin bes e. Kes nefes nagire. Em jin tiştekî nakin. Her roj jin tên qetilkirin. Her roj mêrek, jinek derb dike lê belê kes tiştekê nake. Dewlet li ku ye ew jî tiştek nake. Ji bo aştiyê divê gavek saxlem were avêtin. Encax aştî dikare pêşî li qetliamê bigre. Ger aştî çêbe bila niha be. Niha ez ji tirsan zaroka xwe naşînim dibistanê. Em di nava şer de mezin bûn. Der barê aştiyê de me tiştek nedît, em naxwazin zarokên me heman tiştî bijîn. Em dixwazin zarokên me di nava xweşî û aştiyê de mezin bibin. Di aliyê jiyanê de ji bo me tiştek nemaye. Em tenê dixwazin bijîn.”
‘Divê gel têbikoşe û dengê xwe bilind bike’
Gulsen Kizil bi gotina ‘Ez weke jinekê aştiyê dixwazim’ dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Bi aştiyê wê krîza aborî kêm bibe, wê qetliamên jinan rawestin û wê hemû tişt sererast bibin. Zilmê li vê gelî dikin. Bila demildest ji vê zilmê re bibêjin ‘raweste.’ Ji jin, zarok û ciwanan re gelek mixabin! Mirov êdî najîn. Gotinên ku di meşan de tên gotin êdî vala ne. Divê tiştên cidî werin kirin.”
Gulsen Kizil da zanîn ku tişta şer rawestîne têkoşîne û wiha got: “Em tênekoşin wê tiştek neyê guhertin. Bila her kes di qada xwe de têbikoşe. Bila welat rabe ser lingan, an ev rewş wisa derbas nabe. Aştî û şer di destên gel de ye. Divê gel têbikoşe û dengê xwe bilind bike. Ger gel neke kes vî şerî ranawestîne. Hemû kes gelek westiyan. Her roj jinek tê qetilkirin û her roj yek winda dibe. Di vê pêvajoyê de sûcê dewletê heye. Divê ew jî êdî divê pêvajoyê de rol bigrin, ji vî welatî re edalet û aştî lazim e.”
‘Ger gel bibe yek desthilatdarî nikare tiştek bike’
Safiye Uçar a erdhejzede jî wiha got: “Ez weke erdhejzede dikarim vê bibêjim. Li vî welatî tiştek sererastbûyî tune ye. Aborî gelek xirab e, her tişt ber bi xirabûnê ve diçe. Ez jî weke dayikek, aştiyê dixwazim. Em dixwazin li welatê xwe bi aramî bijîn. Weke jinekê ez dixwazim bijîm. Ji bo vê jî edalet û aştî hewce ye.”
Safiya Uçar da zanîn ku ji bo aştiyê destpêkê yekitiya gel û jinan pêwîst e û divê bi hev re têbikoşin û wiha domand: “Dema gel bibe yek, desthilatdarî wê tiştekî nikaribe bike divê em hemû bibin yek û li gel hev bin da aştî were. Jin dixwazin bi azad bijîn. Tu daxwazek din a wan tune ye. Em derbas bûn, êdî em zarok û neviyên xwe difikirin. Kes ne di wê ferqê de ye lê belê em di rewşek gelek xirab de ne.”
‘Pêwîstiya herî bingehîn a jinan aştî ye’
Aysel Pamukçu bal kişand ku jin her roj û her kêlî rastî tundiyê tên, daxwaz kir ku divê ji bo vê çareseriyek were dîtin û got: “Em tînin ziman ku îro em tenê dixwazin bijîn. Pêwîstiya vî welatî ne bi mirinê, bi jiyanê heye. Yên ku herî zêde vê dixwazin jî jin in. Îro li welat jin di her qadê de dibin mexdûr. Li dijî vê kes tiştekî nake. Daxwaza me aştî ye û jiyana di nava aramiyê de ye. Ger aştî were dê gelek tişt werin guhertin. Jin di her qadê de têdikoşin lê divê ev têkoşîn mezintir bibe. Bi her awayî çi dibe bila bibe divê parastina aştiyê were kirin. Ji derveyî aştiyê tiştek ku em bibêjin tuneye. Pêwîstiya vê civakê û jinan bi aştiyê heye.”
‘Em daxwaza aştiya ku şert wekhev bin dikin’
Leyla Badiki bi gotina “Li Tirkiyeyê jin, zarok û lawir gelek di rewşên zehmet de ne, bi kurtasî li welat zindîbûn zehmet e. Leyla Badikî da zanîn ku di 20 salên dawî de tundî zêde bûye lê belê desthilatdarî dest ji îsrara xwe ya şer bernade û xwest ku gavên ji dil werin avêtin û wiha got: “Divê destpêkê aştî çêbibe, da ku mijarên din bi awayekî baş em bigrin dest. Niha di bûyerek herî biçûk de şer didin pêş. Dema ku aştî were avakirin, em ê bikarbiin pirsgirêkên din bigrin dest. Dema aştî çêbibe, mirov dikare hemû daxwazên xwe bine ziman lê dema em lê dinêrin dibînin ku şer li gorî hinek sîstem û mirovan e. Dema ku jin tê qetilkirin, ji nişkave gotinên zayendperest û şerxwaz tên gotin û qetliamên ku çêbûne tên jibîrkirin. Gelê Kurd daxwaza pêvajoyeke aştiyê ya ji dil dike. Her carê sê gav pêş û sê gav paş ve tên avêtin. Êdî em hatine rewşeke wisa em ji aştiyê bawer dikin. Ev ji bo hemû kesên li welat heman e. Ez bi xwe ji van gotin û pêvajoyê bawer nakim lê hêvî dikim ku aştiyek wekhev û ji dil were.”