Jinên Iraqî: Rûyê Sûriyeya nû hîna ji cîhanê re ne diyar e

Çalakvanên Iraqî destnîşan kirin ku bêyî beşdariya jinan mirov nikare behsa guhertina li Sûriyê bike û wiha gotin: “Divê hikûmeta demkî rêzgirtinê ji hebûna jinan re bigre.”

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq- Çalakvan û Akademisyenên jin nerînên xwe yên derbarê guhertinên siyasî yên li Sûriyê de anîna ziman. Jinan dan zanîn ji ber ku bi rengekî neyînî bandor li herêmên cîran bi taybetî jî li Iraqê kiriye, normal e jinên Sûriyê ji vî fikrê cîhadîst bi fikar bin.

‘Tirsa mînakên Iraq, Misir û Cezayîrê heye’

Akademîsyen Dr. Buşra El hemdanî metirsiya xwe ji bûyerên lez ên li Sûriyê anî ziman û got: “Ez hevgirtina xwe bi jinên Sûriyê re radighînim. Ji ber ku di demên berê de gelek azar kişandin, lê belê di heman demê de ez rûyê Sûriyê yê nû nabînim, ji ber ku hê jî ne zelal e. Ez ditirsim senaryoya dagirkeriya Amerîka ji Iraqê re dubare bibe. Her wiha gelek lêkolîneran pêşbînî kirin senaryoya Iraqê yan jî Misrê piştî desthilata Ixwaniyan dubare bibe yan jî senaryoya Cezayîr û wekî din metirsî hene bi rastî. Iraq ji vê yekê ne dûr e. Ji ber ku şerekî derûnî tê meşandin.”

‘Aştiya Sûriyê, ewê bandorek neyînî li dewletên cîran  bike’

Rojnamevan Refah El Memûrî da zanîn ku bêguman şerê li Sûriyê dê krîzek bi xwe re bîne û wiha got: “Ewê tevlî binpêkirina mafên mirovan bibe. Bi taybetî metirsiyên şerê navxweyî û nakokiyên di navbera rêxistin û hikûmetan de. Di dawiyê de jî zilma herî mezin li ser jinan e. Ev ji tişte di demên berê bi me re çêbûne, ne cuda ne. Ya herî metirsîdar jî, fikrê Islamî yê bi darê zorê li jinan hatiye ferzkirin e û bi xwe dûrî Islamiyetê ye. Hewldana parastina dewleta sivîl a bêyî yekalîbûn, ne kêmî girîngiya misogerkirina aştiyê ye. Iraq û Sûriyê dîrokek dirêj bi hev re derbas kirine û aşkera ye ku metirsiya li ser aştiya Sûriyê, ewê bandora xwe bi rengekî neyînî li dewletên cîran  bike, bi taybetî jî li Iraqê. Jinên Iraqê helwesta xwe ya zelal nîşan dane û dest bi gihandina dengên xwe ya bi riya rêxistinan kirine.”

‘Em piştgiriya desthilata Islamî ya hişk nakin’

Çalakvan Cuman El Samiraî balkişand ser taybetmendiyên jinên Iraqî û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Jina Iraqî xwedî bandorek xuyayî ye. Bi taybetî deng û pênûsa wê ya azad ji dema şaristaniya El Rafidanî ve piştgiriya bi guhertina siyasî bike, dikare welatên ereban bipêş bixe, bi taybetî jî bandorê li şoreşa Sûriyê ya herî dawî bike. Jinên Iraqî piştgiriya wê dikin, lê ger ku bandorê li azadiya jinan neke û mafên wan ji wan nebe. Ji ber ku em piştgiriya desthilata Islamî ya hişk nakin, lê belê em bi desthilata sivîl re ne ku li ser siyaseteke adil zilmê li jinan nake.”

‘Jinên Iraqî û Sûrî ji desthilatiya Îslamî ya azar daye wan ditirsin’

Çalakvan Semîra Hisên Mustefa jî balkişand ser girîngiya hevgirtina bi jinên Sûriyê re û wiha got: “Ji ber ku civaka Sûriyê mîna civaka Iraqê ye, ji aliyê pir ol û mezheban ve. Tiştê ku jinên Iraq û Sûriyê jê ditirsin, desthilata Islamî ya gelek azar jê dîtine ye. Tevî berxwedana jina Iraqî jî, di van serdeman de dibîne ku jinên Sûrî di dema nîşandana helwesta xwe ya li hember cîhadîstan de, gelek wêrek bûn.”

‘Sûriyê CEDAW îmze kiriye, divê lê xwedî derkeve’

Çalakvan Huda El Xetawî destnîşan kir ku metirsiyên ji ber dewlet netewê hene û wiha got: “Bûyerên dawî yên li Sûriyê, bi rengekî bandora xwe li jinan kirin, tevî ku ji desthilata rejîma Sûriyê ya berê xilas bûn jî. Lê belê hîna jî metirsiyên ji dewleta Neteweyî ya nû hene. Tevî ku ji girîngtirîn xalên Partiya Sûriyê ya Neteweyî ya Civakî digre nava xwe, cudakirina olê ya ji siyasetê ye, ango siyaset ji bo karên olî neyê bikaranîn û li ser jinan were sepandin. Li aliyê din jî perespektîfa edaletê û wekheviya derfetan ango di warên siyasî û aborî de û misogerkirina mafên jinan û erkan mîna wê, mîna mêran. Ev e ya ku partî li ser erê dike. Lê belê pêwîstiya proseyê bi piştgirî, tevger û piştgiriya navdewletî û herêmî heye. Ne tenê di warê teşe de, di warê pêkanîna biryarên rastîn de jî. Ji ber ku Sûriye, yek ji wan dewletan e k hevpeymana têkbirina hemû cureyên cudakariya li dijî jinan ‘CEDAW’ê îmze kiriye. Ev yek bi xwe hincetek e ji bo jin mafên xwe li herêmê li gor zagonan û lihevkirinên navdewletî bistînin.”

Çalakvan Intîsar El Meyalî bi bîr xist ku ji dema krîza di sala 2011’an de destpê kir ve ye, jinan li Sûriyê li hember metirsiyên tundî û destdirêjiya cinsî koçberiya bi darê zorê kirine, rastî girtin, tundiya malbatî, zewicandina zarokan û her wekî din hatine. Intîsar wiha got: “Îro piştî hilweşîna rejîma Baasê û kontrolkirina cîhadîstan a  hikûmeta demkî, normal e metirsiya jinên Sûriyê derbarê pêşeroja wan de çêbe. Bi taybetî jî piştî daxuyaniyên fermî yên derbarê rola jinan û xwezaya wê ya biyolojîk û derûnî ya ku ne li gorî hemû karan in de. Ev yek jî nîşaneyeke xetere ye. Metirsî ji paşguhkirina siyasî û civakî hene. Her wiha nepêkanîna nûnertiyeke wekhev a di proseya siyasî û girtina biryarê de. Zehmetiyên din jî hene, mîna tundiyê. Ev yek jî vedigere gelek sedemên ku hinek ji wan jî şoreşên buhara gelan û guhertinên li welatên erebî çêbûn e. Yên mîna Misirê û siyasetên şaş ên li Iraqê çêbûn û hiştin DAIŞ kontrol bike û di encamê de kiryarên herî hovane li dijî jinên Iraqê û Êzidî çêbûn. Ev hemû û bandorên wan, dibin sedema metirsiya bê ka pêşeroja jinên Sûriyê çi be.”

‘Nêzîkatiyên di navbera fikrên jinan de, li herdû welatan hebûn’

Suheyle El Esem jî bal kişand ser bertekên jinên Iraqê yên li dijî dewleta neteweyî ya li Sûriyê cihêreng bûn. Suheyle wiha got: “Ji ber hin tevgerên jinan derketin û ji tevgerên şoreşê li Sûriyê bandor girtin. Nêzîkatiyên di navbera fikrên jinan de, li herdû welatan hebûn. Bi taybetî jî têkildarî pêkanîna wekhevî û parastina mafên jinan a di nakokiyên siyasî yên berdewam dikin de.”