Jinên Iraqê ji bo mafên xwe dixebitin

Raya giştî ya Iraqê, li ser ‘guherîna’ ku dihat xwestin di Zagona Rewşa Kesane ya 188’an de çêbibe ket nava şerekî. Ji ber ku bi guherînê re maf û destkeftiyên jinan tune hatin hesibandin, jinan dest bi têkoşînê kir.

ROJBÎN DENİZ

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilata Navîn, têkoşîn û pêşketin, her dem bi zagona medenî nebe jî hinek zagonan, hinek mafên jinan xistin bin temînatê. Bi şoreşên ku li cîhanê çêdibin re, jinan hinek mafên xwe bi riya zagonan bi dest xistin.

Bingeha mafên mirovan, di nîvê sedsala 20’an de bi avabûna Beynanameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan re zelal bû, di qada navneteweyî de hat pejirandin. Peymana Pêşîgirtina Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) jî ji bo mafên wekhev û azadiya jinan weke pîvan tê nîşandan lê di warê pêkanîna azadiyê de nêzikahiya siyasî ya desthilatdaran bi hêsanî nayê derbaskirin. Li Rojhilata Navîn gelek dewletên ku hiqûqa îslamê pejirandine, ji ber fikarên xwe peymana CEDAW’ê îmze nekirin. Ji derveyî Îran û Sûdanê, her çendî 189 welatan peymanê îmze kirin û xistin meriyetê jî; naxwazin ji bo jinan di mijarên zewac û welayetê de, mafên wan û mêran wekhev bin. Jin li welatê xwe bi têkoşînê hewl didin hinek guherînên şênber çêbikin.

Jin ji bo wekheviyê têdikoşin

Îslama siyasî ya ku li Rojhilata Navîn bi bandor e, bandora kokên wê yên dîrokî ya li ser îro ji aliyê jinan ve kûr in. Li ser jinên Rojhilata Navîn, ji aliyekî ve îslama siyasî, ji aliyê din ve jî femînîzma Rojava, xeta modernîteyê ferz dike. Siyaseta ku li ser jinan tê meşandin, wan ber bi dawiya riyeke dijwar ve dibe. Redkirina femînîzmê, weke parastina nixên îslamê tê dîtin, zagonên şerîetê yên bi îslama siyasî tên ferzkirin jî jinan ber bi koletiyê ve dibe.

Li tevahiya Rojhilata Navîn, tevgerên jinan ên femînîst û Şoreşa Jinan a ku mora xwe li vê serdema ku qirkirina li ser jinan kûr bûye dide û her wiha beşdariya jinên pêşeng ên li herêmê; di warê mafên jinan de hinek destkeftiyan bi xwe re anîn. Jin bi riya zagonan, li dijî siyaseta vederkirinê, di her warî de ji bo pêkanîna wekheviyê têdikoşin.

Zagon di bin gefan de ne

Bi Zagonên Medenî re her çendî hewl hatibe dayîn, di mijarên weke zewac, mîras û welayeta zarokan de, têkildarî hiqûqa malbatê hinek reform werin çêkirin jî gelek Welatên Rojhilata Navîn hê jî di vê mijarê de gav navêtine. Li Urdun, Kuweyt, Qetar, Erebistana Siûdî Mîrektiyên Ereb ên Hevgirtî, jin nikarin li gorî daxwaza xwe bizewicin, li gorî pejirandina malbatên xwe tevdigerin. Iraqê jî bi pejirandina Zagona Rewşa Kesane, nîşan da ku li Rojhilata Navîn welatê xwedî makezagona herî demkokratîk e lê ji ber ku li Iraqê îstîqrar çênebû, pêkanîna zagonan û pejirandina wan ji aliyê siyasî ve zehmet bû. Ji ber vê Zagona Rewşa Kesane ya ku di sala 1959’an de hat avakirin, niha bi xetera rakirinê û vegera dadgehên şerîetê, di bin gefan de ye.

Ji dawiya meha Temûzê ve heta niha, raya giştî ya Iraqê, li ser ‘guherîna’ ku tê xwestin di zagonê de were kirin di nava şerekî de ye. Ger ev guherîn werin pejirandin; dê jin, zarok û malbat zirarê bibînin, ahenga civakî xirab bibe û herî zêde jî hinek mafên jinan ji wan werin girtin.

Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê çawa bi pêş ket?

Di sala 1959’an de Iraqê, Zagona Rewşa Kesane ya bi hejmara 188’an pejirand. Zagona bi Hejmara 188’an, ji aliyê hiqûqnas û pisporên makezagonê ve hat amadekirin û ji aliyê alimên olê ve di çav de hat derbaskirin. Kesên ku zagonê amade kirin, diyar kirin ku îslam xwedî hiqûqek bi tenê nîn e, şerîeta 4 mezhebên sunî û 2 mezhebên şiî di ber çavan de derbas kirin, ji normên demokratîk sûdê girtin, ji bo ku jin û zarok di nava malbatê de zêdetir werin parastin û li gorî civaka nûjen a Iraqê a guncaw hilbijart. Zagona ku hat avakirin, di diyarkirina statuya malbatê de keyfiyetê ji holê rakir, Iraqê di bin rêveberiyek bi tenê de digihîjîne hev û heman rêbazan ji bo hemû malbatên misilman pêk dianî.

Di zagona 188’an de di mijarên malbatî de ji bo yekitiya darazê çêbibe, hemû zewac di nava pergala dadgeha sivîl de çêdibûn û zewacên ji derveyî dadgehê sûc dihatin dîtin. Temenê zewacê 18 salî hatibû diyarkirin, pîvanên hişk ji bo pirzewaciyê hatibûn danîn. Ji bo mafên jin û zarokan bixin bin temînatê, bendên têkildarî welayeta zarokan, mîras û nefeqeyê hatibûn zêdekirin. Tevî vê jî ji bo ku têkiliyên malbatê zêdetir wekhev bin, di nava salan de di zagonê de gelek guherîn hatin çêkirin.

Hat xwestin careke din ber bi pîvanên şerîetê ve biçin

Di havîna 2004’an de, demek kurt li Iraqê piştî ku rejîma Baasê bi temamî hilweşiya û di sala 2005’an de makezagona ku ji Iraqê dihat pêşniyarkirin, piştî ku hat pejirandin, oldarên Şiî bang kirin ku Zagona bi Hejmara 188 ji meriyetê derkeve û ji nû ve zagonên şerîetê werin pêkanîn.

Jinên Iraqî li dijî vê gava demkî ya ku dê zirarê bide hemû civakê, kampanyayên cur be cur li dar xistin. Bi kampanyayên jinan, beşên demokratîk ên destek didan wan û hinek pêşengên qenaetê, zexta ku çêbû hinek bi ser ket. Ligel vê di zagona sala 2005’an de mirovên oldar ên alîgirên îslama radîkal, hinek gavên ji bo mudaxeleya zagonê avêtin. Van gavan di aliyê zagonî de bandorê li ser makezagonê çênekir lê ji ber ku darazê, hinek rewşan ji nedîtî ve hat, li Iraqê zagonên şerîetê bi awayê fiîlî zindî man.

Hewldan xilas nabin

Li gorî benda 41 a destûra bingehîn; “Iraqî xwedî wê azadiya girêdayî dîn, mezhebê di rastiya baweriyan de girêdayî hiqûqa malbatê bin e.” Yan jî li gorî tercîhên xwe azad in girêdayî statuya kesî bin û bi vê zagonê Zagona Rewşa Kesane piştgiriyê dide. Lê belê salên piştre, 4 sunî û 12 mezhebên Şiî, xwestin benda 41, zagona hejmara 188 ji destûra bingehîn derbixin û li cihê wê ji bo zagonên şerîetê werin qebûlkirin bi caran serî li parlamentoyê dan. Li ser vê, mijar çend caran ket rojeva parlamentoyê. Li dijî sepandinên zagona şerîetê, her carê komên jinan, demokrat, beşên rewşenbîr, aktîvîst û piraniya civaka Iraqê ku piştgiriya wan dikin li dijî vê yekê kampanya dan destpêkirin. Kampanyayê encam girt û di zagonê de tu guherînek nehat çêkirin.

Di cotmeha 2021’ê de hikumeta ku di encama hilbijartina parlamentoya Iraqê de hat avakirin, partiyên Şîa û Şîayên ku herî zêde nûnertiya komên alîgirên hişktiyê dikin serdest bûn. Parlamenterên muhafezekar ên Şîa ku ji piraniya parlamentoyê pêk dihatin, di meha Tîrmehê de pêşnûmebiryara ku divê Zagona Rewşa Kesane ya 188’an ‘were guhertin’ pêşkêşî parlamentoyê kirin. Benda 41 a zagona destûra bingehîn baweriyên dînî û azadiya ku destûra bingehîn nas kiriye îdia kir ku bi nakok e û xwestin di parlamentoyê de ‘guherîn’ were kirin, hikumtiya şerîatê bînin, parastin. Di parlamantoyê de di rewşa ku pêşniyar neyê qebûlkirin de li cihê ku zagonê bi temamî rakin, xwestin gelek hukmên şerietê yên nehatine nivîsîn bînin. Bi guherînê ku hewl didin dadgeh ‘refaha’ malbatê ya rola rêvebirinê û sererastkirinê ji holê rake, zewac bêyî fermî bi mehra ‘olî’ wê bikaribe pêk were.

Zewaca muta dixwazin

Mezheba şîa di heman deman de xwest destûrê bide zewaca ‘muta’ ya demkî ku bi awayekî teorîk ji saetek heta çend salan berdewam dike. Ev zewac di civakê de wê bibe sedema pêşketina fuhûşê û qadên ku bedena jinan were ‘bazarkirin’ ava bike. Guherîna zagonê, wê jinan hem ji hebûna wan hem jî ji mafê biriyargirtinê bêpar bihêle û wê di civakê de rû bi rûyî dûrxistinê werin. Di vê qonaxê de zagona zewaca ‘muta’ erê nake.

Tecawiz û qetlîam tên rewakirin

Li gorî zagonê serlêdanên hevberdan û cudabûnê, li gorî şertên diyar û proseduran divê pêşkêşî dadgehê bikin. Li gorî hiqûqa şerîetê, tu quraleke sabît û stansard a hevberdanê nîn e. Li gorî zagona şerîetê biryara jinan a hevberdanê tenê dikare ji aliyê mezhebên girêdayî wê ve were dayîn. Jin weke mercên vê biryarê nayên dîtin. Zagona ku heye li gorî zagona hejmara 188’an temenê zewacê weke 18 salî hatiye diyarkirin. Di zagona şerîetê ya di civaka sunî û şiî de temenê zewacê piştî ku balix dibe tê diyarkirin. Temenê wê jî weke mêrên dînî diyar kirine di zarokên keç de 9 salî, di zarokên kur de 15 salî tê qabûlkirin. Di vê rewşê de di zagonê de ‘guherîn’ zewaca zarokan, tecawiz û qetliaman rewa dike.   

Mafê xwedîkirina zarokan (welayet)

Di zagonek din de beşa ku dihat xwestin were guhertin, di rewşa hevberdanê de der barê mafê xwedîkirina zarokan de ye. Li Iraqê mafê xwedîkirina zarokan salên dirêj e mijara nîqaşê bû. Di rewşa pêkanîna zagonên şerîetê de wê zarok jî bê parastin bimînin. Li aliyê din zagona hejmara 188 heta 10 salan mafê xwedîkirina zarokan dide dayikê û di vê demê de dayik careke din bizewice jî dikare heta 15 salan bidome. Di hinek mezheban de hiqûqa şerîetê, dema zarok dibe du salî mafê xwedîkirinê dide bav, di rewşa ku dayik careke din bizewice de mafê xwedîkirinê demildest û mayînde ji bav re tê dayîn.

Guherîna ku hatiye pêşniyarkirin, ne tenê ji bo jin û zarokan, wê krîza ku ziyanê dide hemû civakê û ya ku dewlet dijî kûrtir bike.

Bi guherînê şer li hemberî jinan hatiye destpêkirin

Bi vegera zagonên şerîatê, tê fikirîn ku edaletê civakê û destûra bingehîn ku wekheviyê dixe bin temînatê wê ziyanê bibîne û civakek bê jin ava bibe û Iraq dê ji xwe dûr bikeve. Mezhebgerî, olperestî û nijadperestiya ku Rojhilata Navîn girtiye nava xwe, hema bibêje hemû herêman parçe kiriye. Di vê rewşê de tiştên ku jinên li herêmê dijîn mijara nîqaşê ye.

Li Iraqê ji meha Tîrmehê ve heta niha mezhebê şiî yê hişk ku dibêje divê Zagona Rewşa Kesane bê guhertin, di bingeh de li dijî jinên Iraqê ku bûne parçeyek ji şoreşa jinan a li Rojhilata Navîn şîn bûye şer daye destpêkirin. Ji roja ku ketiye rojeva parlamentoyê heta niha, komên mafên jinan, aktivîstên jin û mêr, akademîsyen û hiqûqnas li dijî derxistina ji meriyetê ya Zagona hejmar 188’an û vegera zagonên şerîetê ketine nava tevgerê. Di pêşengiya avakirina koalîsyona 188’an de hema bibêje li her cihê welat protesto, meş, belavkirina belavokan û kampanyayên îmzeyan hatine lidarxistin. Di anketa ku li ser înternetê hat destpêkirin de nêzî 62 hezar Iraqî beşdar bûn. Ji vana ji sedî 73,2 wê bi tundî li dijî guherînê derdikevin.

Di heman demê de Parlamentoya Ewropayê, ji ber ku dê mafê jinan ê bingehîn binpê bike, bang kir ku divê demildest guherîna di zagonê de di parlamentoya Iraqê de were redkirin.