Jinên Idlibê li dijî tundiya mêr û zextên civakê li berxwe didin

Li Idliba dibin dagirkeriyê de, zêdebûna nêvenga tundîtûjiyê herî zêde bandorê li jinan dike. Jinên ku rastî tundiya di nava malbatê de tên, tevî zextên civakê jî li ser lingên xwe têkoşîna xwe berdewam dikin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib- Li bajarê Idliba Bakûrê Sûriyeyê ku dibin dagikeriya çeteyên HTŞ ku girêdayî dewleta Tirk deye, tundîtûjî li her qadê jiyanê zêde bûye. Li bajarê ku pevçûn lê berdewam dike, jin rastî tundiya mêr tên.

Samira Al-Alavi ku ji bajarê Salqan ên Bakûrê Idlibê tundiya ku jiyan kiriye bi van gotinan anî ziman: “Hevjinê min li beramberî min û sê zarokên min bi caran tundî pêkanî. Min jî êdî ne qedand û min biryara dest jê berdanê da. Hevjinê min her car xirab nêzî min dibû, di got ji ber ji te di hesidim wisa dikim, bi mehan destur nedida ez ji mal derbikivim û serdana malbata xwe bikim. Hertim li beramberî zarokan jî tundî bikardianî. Heta zirar dida zaroka min a ku yek sal û nîv. Şev dema ku em ji ber nexweşî, birçîbûn û ji ber sedemek din digiriyan jî ziyan dida me. Min hemû tişt got malbata xwe û hevjînê xwe berda. Ji bo ez dahata zarokên xwe dabîn bikim min kar dît. Ez di saziyek ya alîkariya mirovî de karê paqijiyê dikim, pêwistiya min bi kesê nîne. Êdî demê ku tundiya fizîkî nebe hatiye.”

‘Min hevjînê xwe berda û gilî kir’

Yek ji mexdûrê tundîtûjiyê Baraa-Al Hassan a ji Idlibê a 20 salî ye Baraa Al-Hassan ku hevjînê xwe berdaye û giliyê wî kiriye wiha behsa tiştên ku jiyan kiriye kir: “Bavê min hê ez 15 salî bûm perwerdeya min asteng kir û ez bi zorê bi mirovê me re dam zewicadin, lê belê jiyana min bi mirovê mere vegeriya dojehê. Gelek mêrên ku bikaranîna tundiyê li beramberî hevjinên xwe weke disiplinekê lê kirine hene. Niqaşên herî hêsan jî bi lez bi tundiyê encam dibû. Rojek ku tundî li beramberî min bikarneanî nebû. Bi kişandina hemû êşên jiyanê min dû salên xwe pêre derbas kir. Ez gelek caran vegeriyam mala bavê xwe û her carê ez bi zorê şandim malê.  Asta tundiyê derbas bû, dema ku ez li zaroka xwe a yekem dû canî bûm tundî li beramberî min bikaranî, ewqas tundîtûjî li beramberî min bi karanî min di destpêka dû caniya xwe de zaroka xwe winda kir. Wê demê min biryar da. Şert û merc çi dibin bila bibin min di biryara xwe de israr kir û min hevjînê xwe berda û gilî kir.”

‘Min xeyalê xwe pêkanî’

 Baraa Al-Hassan da zanîn ku ji ber hevjînê xwe berdaye û ji aliyê civakê ve dihat şermezarkirin, lê belê guhê xwe neda wan gotinan û wiha got: “Min biryar da ku vegerim dibîstanê, jiyanê cardin qezenc bikim, perwerdeya xwe temam bikim û bi gihêjim armanca xwe a bûyîna mamostayên zarokan. Min xeyalên xwe pêkanî, li dibîstaneke ên bajar karek guncaw dît. Di aliyê madî de min serxwebûna xwe qezenc kir. Li aliyê din malbata min û mirovên min ji bo ez dest ji mafên xwe ê li hevjinê min ê berê berdim zext li min dikirin. Hevjinê min ên ku me hevberdayî piştî 6 mehan di girtîgehê de ma, derket û ji bo ez jiyana xwe bi awayek normal berdewam nekim hewildanek zêde kir. Di rewşa ku ez bi yek din re bizewicim bi kuştinê gef li min dike. Ez navegerim û ez gav şûnde naavêjim.”

‘Jiyana min bi temamî guherî’

Samira Al-Khatin a 27 sal ku ji çolweriya Heleb koçî bajarê Idlib bûye ji bo ji tundiya birayê xwe rizgar bibe li gel zaroka xwe biryar daye ku jiyanek serbixwe jiyan bike. Samira Al-Khatib destnîşan kir ku meydanê ji hişmendiya civakê re dixwîne û got: “Piştî mirina hevjînê min ez bê piştevanî mam. Ez çûm mala birayê xwe, birayê min zilm li min dikir û di heman demê de tundîtûjî li beramberî min bikardianî û heqaret li min dikir. Di dawiyê de min biryar daku ji mala birayê xwe derbikevim. Min malek biçûk kirê girt. Ez di karên çandinî û pembû de kar dikim. Piştî ku ez çûm mala xwe bi temamî jiyana min guherî. Ez ji biçûk xistin û tundiyê rizgar bûm.”

 Ji bo jinan di xebitin

Li bajarê Sarmada ên bakûrê Idlibê pispora xizmeta civakê Nawal Al- Sayyid derbarê mijarê de ev nirxandin kir:

“Di salên şer de gelek sedem derket ku çembera tunditûjiyê fireh bibe. Em dikarin bêjin ku ji cihbûn û weke koçberî,  şert û mercên xirab ên jiyanê tundî zêde kiriye. Tundiya li beramberî jinan, herçend gelek zagonan de ne wek sûc be jî lê  sûcek e. Tundî gelek caran bi xwere jina berbi depresyon, tirs û îzolasyonê ve dibe. Hinek jin bi zehmetiyên madî re rû bir û tên û ji ber vê jî gelek caran jinên ku ji aliyê hevjinê xwe rastî tundiyê tên, hevjînê xwe naberdin. Divê ji bo jinan qadên bi ewle û bê pare werin dabin kirin. Divê xeta alikariya tundiya di nava malê de 24 saetan bixebite û aktif be hebe.”