Jinên Idlibê dixwazin feraseta dagirkeriyê bidawî bibe

Jinên Idlibê destnîşan dikin ku ew ji ber hişmendiya mêr tên çewisandin, bi çavekî ku tenê ji bo karê malê û anîna zarokan bin li wan tê mêzekirin û bang kirin ku xebatên hişyariyê bên lidarxistin.

HEDÎL EL OMER

Idlib – Piştî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî bajarê Idlibê dagir kirin, jiyana jinan zêdetir hat çewisandin û zehmet bû. Bi hezaran jin û zarok neçarî koçberiyê man û bi salan di nava konan de dijîn. Jinan ne di qada giştî de ne jî di ya taybet de hebûna xwe nikaribûn diyar bikin. Jinên Idlibê yên nerazaîbûna xwe nîşan dan diyar kirin ku di civaka Idlibê de rola jinan tenê bi karên malê û anîna zarokan sînordar e û ji derveyî vê tu mîsyon ji jin re nayê dayîn.

‘Malbata min biryar da ez dest ji xwendinê berdim û bizewicim’

Ramiya El Sedîd ya 27 salî got: "Piştî ku malbata min biryar da ez dest ji xwendinê berdim û bizewicim, jiyana min hemû hat guhertin. Xeyalên min gelekî mezin bûn lê belê hemû ber bi hewa ve çûn. Bavê min ji ber şer û koçberiyê xwest min di temenekî biçûk de bizewicîne, ez hê nebibûm 15 salî. Min di wê temenê xwe de berpirsyariya xwedîkirina zarokan girt ser milên xwe. Ez hîs dikim tu biryarên min di jiyana min de tune ne. Ne di xwendinê de ne jî di zewacê de. Hişmendiya mêr hişt ku ez di zarokatiya xwe de werim zewidanin. Niha hevjînê min li şûna min biryaran dide û ez tenê pêk tînim."

‘Ji bo zarok anînê li jinan dinêrin’

Rîm Ebd El Rehîm a li bajarê Idlibê dimîne û dayika 3 zarokan e got: "Min xwe dîtiye nedîtiye, jin di civaka me de bindest in û her tiştên wan tên redkirin. Jin tenê weke bedeneke ku zarokan tîne û hwd. tên dîtin. Şerê ku 13 sal in didome, ji bo min û gelek jinan ji tiştên civakê bi serê me de anîne hêsantir e.”

Rîm Ebd El Rehîm di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber wê 3 zarokên keç anîne civaka derdorê zextê lê dikin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Azadiya min tune ye, ez li pey mêr diçim, heta di karê xwe yê taybet de ne azad im. Jin weke milkekî tên dîtin. Tişta herî xirab jî ew e ku jin wiha fêr bûne û zarokên xwe li ser vê yekê xwedî dikin."

 ‘Azarên me berdewam dikin’

Selwa El Berşûm jî ji bo heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got: "Jin heta niha jî rûbirûyî adet û teqalîdên kevnar tên. Bi taybetî jin ne navenda biryarê ne û heta bilêvkirina navê wan jî şaş tê dîtin. Ji ber vê yekê baweriya jinan bi wan nemaye û azarên wan berdewam dikin. Jin di kar de tên îstîsmarkirin, tevî ku ked û seatên kar yek in heqdestê wan ji yên mêran kêmtir in.”

Selwa El Berşûm di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên civaka sivîl kir ku panel û perwerdeyên hişyariyê zêde bikin da ku civak hişyar bibe û jin mafên xwe bi dest bixin. Her wiha daxwaz kir ku zagonên nû werin danîn ji bo jin bi cihêkariyê re rû bi rû  neyên û çewisandin.