Jinên Hewlêrê li dijî kêmaniya xizmetgozariyê rabûn
Li taxa Sîm Xatun Awa ya Hewlêrê jin daketin kolanan û rê nedan karmendên şaredariyê saetên ceyranê bi stûnên giştî ve daliqinin. Jinan ji karmendan re gotin ku bila walî destpêkê rê çêke piştre werin saetên ceyranê danin.
Hewlêr- Îro danê siharê karmendên şaredariya Hewlêrê xwestin saetên ceyranê bi stûnên ceyranê yên taxa Sîm Xatun Awa ya Hewlêrê ve dalaqinîn. Jinên taxê rê nedan karmendan ku saetan danin. Jinên taxa Sîm Xatun Awa diyar kirin ku ew nahêlin saetên ceyranê danin, heta ku walî soza rê çêkirinê pêk neyne ew nahêlin saetên ceyranê werin daliqandin.
Xelkê taxê dan zanîn ku beriya niha tevî pere ji wan hatiye girtin jî berpirsên hikumetê û waliyê Hewlêrê soz dane wan ku rêya wan were qîrkirin, lê sozên xwe bicih ne anîne. Ji bo vê xelkê taxê dibêjin ku bila destpêkê waliyê Hewlêrê soza xwe bicibîne, piştre bê saetên ceyranê dane.