Jinên Helebê: Rêgirî nikare berxwedana me bişkîne

Jinên Helebê yên bertek nîşanî rêgiriya hikumeta Şamê dan anîn ziman ku rêgirî nikare berxwedana wan bişkîne û û bang li saziyên navnetewî kirin ku li dijî rêgiriya ku pêk tîne zextê li hikûmeta Şamê bikin.

RAPERÎN BEKIR

Heleb – Rêgirî û ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Hikumeta Şamê ya nahêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanî derbasî heremê bibe, li Helebê li gel rêgirî û ambargoyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê zextê li gel dike. Gel di bin navê lêgerînê de li nuqteyên kontrolê yên tund ên li dergehên taxan ji aliyê leşkerên Firqeya 4 a hikûmeta Şamê ve hatine danîn, rastî tacîzê tên. Tê diyarkirin ku armanca hikûmeta Şamê bi ambargoyê ew e ku gelên li Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn koçber bike. Gelê Rojava ku ji bilî herêmên din ên Sûriyeyê afirînerên jiyana hevpar a demokratîk e, tevî polîtîkayên ambargoyê jî bi derfetên kêm hilberînê dike.

Şêniyên taxên Şêx Meqsûr û Eşrefiye yê Helebê anîn ziman ku ketina taxê ya pêdiviyên jiyanî yên mîna xurek û sotemeniyê tê astengkirin û ji bo rakirina rêgiriyê bang kirin.

Li dijî rêgiriyê bang li saziyên navnetewî

Hevseroka Komîna Şehîd Gelhat Nahla Mustafa bertek nîşanî polîtîkayên hikûmeta Şamê da û wiha got: “Ji ber rêgiriyê jiyana li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gelek zehmet e. Nahêlin pêdiviyên bingehîn ên jiyanî û derman bikevin taxan. Yên heyî jî gelek nebes in. Şehba jî di nav de, ev rêgiriya ku hikûmeta Şamê li ser taxan pêk tîne sûcê mirovî ye. Di serî de nexweşên giran jiyana bi hezaran kesan di bin metirsiyê de ye. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê heya niha em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man. Ji bo jiyanek aram û bi ewle me têkoşîn da. Rêgirî nikare me ji berxwedana me û têkoşîna me dûr bixe. Berevajî vê yekê biryardariya me ya têkoşîn û girêdanbûnê qewîmtir dike. Em bang li saziyên navnetewî dikin ku ji bo rakirina rêgiriyê zextê li hikûmeta Şamê bikin. Bi taybetî divê ji bo dermanan destûr bê dayîn.” 

‘Rêgirî zêdetir bandorê li jinan dike’

Ji şêniyên taxê Roşhan Hasan anî ziman ku zêdetir jin ji rêgiriyê bandor dibin, Samar Al-Alî jî rêgiriyê weke polîtîkayek zanebûn a hikûmeta Şamê şîrove kir. Samar Al-Alî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dixwazin bi vê polîtîkayê me dîl bigirin. Hewl didin pergala me ya demokratîk ji holê rakin, girêdanbûna me ya têkoşînê tune bikin. Bi ti awayê nikarin têkoşîna me tune bikin. Ya ku dihêle em bibin xwedî vîn têkoşîna me ye.”