Jinên Helebê daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kirin

Jinên taxa Şêx Meqsûd a Helebê dan zanîn ku ew daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abuulah Ocalan re dikin û gotin: “Heta hevdîtin bi Rêber Apo re çênebe em ê li qada bin.”

Heleb - Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan i 14’ Adara 2021’an de li ser merpalên medya civakî îdiayên têkildarî tendirûstî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hatibûn belavkirin raya giştiya Kurdan xist nava nerihetiyê û ji wê demê ve li her derê Kurd li qadan e û daxwaza pêkanîna hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dikin. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Duh êvarî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi rêya telefonê bi miwekîlê wan Abdullah Ocalan re hevdîtinek kin pêk hatiye û ev agahî lê zêde kir: "Dozgeriyê gazî malbatên muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş kirine ku bi telefonê bi muwekîlên me re biaxivin. Birêz Ocalan gava bi birayê xwe Mehmed Ocalan re axivî, di demeke kurt de telefon qut bû û piştî vê hevdîtin dewam nekir. Hevdîtina bi Birêz Hamîlî Yildirim re jî kurt dewam kir. Birêz Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî şert û mercên tecrîdê şermezar kirin û ji ber vê hevdîtina bi telefonê qebûl nekirin.” Têkirldarî mijarê jinên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn.
“Em daxwaza hevdîtina lezgîn dikin”
Ewaş Mihemed diyar kir ku  ew vê yekê napejirînin û daxwaza hevdîtinê dikin û wiha domand: “Dewleta tirk li dijî me şerên taybet didin meşandin, em ji van lîstokên wan bandor nabin û bawer nebin. Îdiyayên ku li ser Rêber Apo hatine belavkirin yek ji rêbazên şerê taybet e. Heya ku hevdîtin bi Rêberê me re neyê kirin em rawestandinê nasnakin. Daxwaza me hevdîtin bi Rêber Apo re bi lez bê çêkirin û rewşa wî ya tendirustî bê hînbûyîne.”
“Em nasekinin”
Eyşê Elî jî da zanîn ku ew weke jinên Helebê dê çalakiyên xwe bidomînin heta hevdîtin bêkirin û wiha dom kir: “Rêber Apo ji bo mafê gelê bindest têkoşînek bê hemba da meşandin. Ev li kêfa dewletên desthiladar nehatin loma xwestin wî dîl bigirin. Divê em jî niha xwedî li keda Rêberê xwe derkevin û wî ji zîndanan azad bikin. Heya ku em agahiyên baş ji Rêber Apo û tendirustiya wî negirin emê her dem li qadan bin û nerazîbûnên xwe bidin nîşan.”
“Kurdên azadîxwaz wê Rêber Apo azad bikin”
Zeyneb Îbrahîm Nasir bal kişand ser bêdengiya dewletên navnetewî û saziyên mafên mirovan û wiha bilêv kir: “Ev bû 22 sal heya niha tu sazî an rêxistinên mafê mirovan ji bo bin pêkirinên di derheqê mafê Rêber Apo de tê kirin neketine pratîkê û bêdengiyên xwe parastine. Rêber Apo ji bo me roniyeke ji ber wî jiyan û wateya wê bi me da naskirin. Tu kes nikare roja me tarî bike Kurdên azadîxwaz wê Rêber Apo azad bikin.”