Jinên hatine qetilkirin û windakirin hatin bibîr xistin

ÎHD û Xizmên Windayan ji bo jinên hatine windakirin û di komkujiyan de hatine qetilkirin, edaletê xwestin.

Amed – Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amedê çalakî lidar xistin. Di hefteya 839’an a çalakiyê de, parêzvanên gelan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo jinên hatine windakirin û di komkujiyan de hatine qetilkirin, edalet hate xwestin.

Alîkara Serokatiya Şaxa ÎHD’ê Suzan Mehmetoglu Aksoy li vir axivî û got, mafên jinan divê ne tenê rojekê, her roj bên parastin.

Endama Komîsyona Windayan a Şaxa Amedê ya ÎHD’ê parêzer Berfîn Elçî navên jinên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.