Jinên gundewarê Dêrazorê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên gundewarên Dêrazorê li hemberî êrîşên dewleta tirk duh xwepêşandanek li darxistin û peyama parastina axa xwe piştrast kirin. Jinên derketin pêş û hîtabî girseyê kirin gotin: “Emê li hember êrîşan parastina axa xwe bikin.”
Dêrezor- Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê derketin qadan û xwepêşandaneke girseyî lidar xistin. Li ser navê Komîteya Ciwanan a herêma Rojhilatê Dêrezorê û li ser navê Meclîsa Herêma Rojhilat Dêrazorê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hemû êrîş û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrîşan, her wiha tecrîda girankirî ya Tirkî ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike hatin şermezarkirin û bal hat kişandina ser berdewamkirina rêya netewa demokratîk.
"Em bi yek dengî êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin"
Di xwepêşandanê de hevseroka Şaredariya gel a Hecînê Ehd El-Merkez bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û got:" Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek dengî êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û bi ti awayî tiştên ku Tirkiyê dike qebûl nakin. Haya me ji şerê medyayê jî heye û em ê li hemberî her êrîşên ku herêmên me hedef digire bisekinin."
“Emê bi yekbûyînê li hemberî êrîşan bisekinin”
Hevseroka Meclisa herêma Rojhilatê Dêrazorê Zehra Şahir El-Mulhim jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ku projeya neteweya demokratî bixe bin xetereyê û wiha domand:" Bi navê jinên Dêrazorê em êrîşên dewleta Tirk li ser axa Sûriyeyê û helwesta Partiya Demokratî a Kurdistanê li kêleka wê şermezar dikin û em ê bi alîkariya hev li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên wê bisekinin."
“Em ciwan li hember êrîşan û tecrîdê bêdeng nabin”
Endama ciwanên Dêrazorê Hala Mihemed jî diyar kir ku ji ber binpêkirin û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne ewê bêdeng nemîne û ev tişt anî ziman: "Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku êrîşên Tirkiye yê yên li ser sînorên me rawestîne û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe."
Her wiha Hala Mihemed gotinê xwe bi dawî kir û got:" Armanca dewleta Tirkî ji van êrîşên li ser herêmên me ku biryara me qels bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe lê em wekî ciwana van binpêkirina red dikin û her destwerdana derve di nava herêmên Rêveberiya Xweser de ku hewl dide ewlehî û aramiya me têk bibe red dikin."