Jinên Girtîgeha Urmiyê di îsyanê de ne

Jinên girtiyên di Girtîgeha Jinan a Navenda Urmiyê de dem dem çalakiyan dikin dixwazin dengê wan bê bihîstin.

Navenda Nûçeyan – Jinên girtiyên di Girtîgeha Jinan a Navenda Urmiyê de rastî binpêkirinên mafan tên dixwazin dengê wan bên bihîstin. 
Jinên ku di cotmeha derbasbûyî de ketibûn girteva birçîbûnê dixwstin şertên girtîgeha ku xwediyê kapasîteya 400 kesane, 4 hezar girtî lê tên girtin bê sererastkirin. Jinan dan zanîn ku di qowîşên 4 kesî de 36 kes tên girtin û bi binpêkirinên mafan re ru bi ru tên hiştin. 
Di girtîgeha ji kapasitiya heyî gelek zêdetir girtiyên jin lê tên girtin ji ber nebûna hijyenê gelek nexweşiyên kirokîk bi girtiyan re derdikevin. Di nava agahiyên ji girtîgehê derketîn derve de cihê hewagirtina qowîşan jî naxebite. 
Çî bûyî bû?
Di cotmeha derbasbûyî de jinên girtiyên 3 rojan di serhildanê debûn daxwaz kirin ku şertên girtîgehê bên sererastkirin. Girgiyên siyasî yên bêmafiyên ji aliyê îdara girtîgehê ve li ser wan tê sepandin napejirînin rastî binpêkirinên mafan tên.