Jinên girtî ji çalakvanên Nobeta Edaletê re name şandin

Jinên girtî yên li girtîgeha Sîncanê di nameya ku ji çalakvanên Nobeta Edaletê re şandin de wiha gotin: “Bi têkoşîna we hat zanîn ku alîgirên şer wê nikaribin têkoşîna azadiyê ya civakê asteng bikin. Cîhan jî şahidê vê têkoşînê ye.”

Navenda Nûçeyan- Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncana Enqereyê, name ji jinên ku beşdarî Nobeta Edaletê ya li Wanê bûne re şandin. Name li ser navê 60 girtiyên jin, ji aliyê berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, girtiya ji doza Kobanê Zeyneb Olbecî, Aynur Aşan û Zeyneb Karaman ve hat nivîsandin. Di nameye de ev tişt hatin gotin: “Ji bo Dayikên Aştiyê yên Wanê… Em Kurd girîngî didin fikrên aştî û azadiyê. Lê belê yên li hemberî me dijminên aştî û azadiyê ne. Ev jî barê we girantir dike. Lê belê hûn di ferqa gerdûna ku ji bo aştiyê dinale de ne. Dayikên me yên bi rûmet; em dizanin ‘da’ ya di peyva ‘dayik’ de tê wateya dayînê de ye. Gelek pozîtîvist, dayikan tenê weke kesên ku zarokan çêdikin pênase dikin lê belê we bi têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê ev pênasekirin vala derxist.  

‘Her kes û her tişt şahidî ji têkoşîna we re dike’

Dayikên Aştiyê jiyan, azadî û wekhevî ye wateya we. Ev ji bo me jin û civakê têkoşînek bêhempa ye. Hûn fîlozofên avakirina aştiyê ne. Ji ber vê yekê fikra we ya der barê aştiyê de di heman demê de destpêka jiyana azadiya wekhev e. Ji ber vê yekê alîgirên şer hemû amûrên şer li dijî we seferber kirin. Hewl didin aştiyê bi tecrîda mutleq asteng bikin. Bi têkoşîna we hat zanîn ku wê alîgirên şer nikaribin têkoşîna we ya ji bo aştiya civakê asteng bikin. Gerdûn jî şahidê vê têkoşînê ye. We got; ‘em ne tî û birçî ne; em ne bê mal û welat in, em bi hesreta aştiyê ne. Em li vir in, li van deran in, li dijî tecrîdê û şer têdikoşin.’

Em li qada têkoşînê, ji Sîncanê çalakiya we ya ji dengê me re bûye deng silav dikin. Em we yek bi yek ji dil û can silav dikin. Heta tecrîda li ser Rêberê Aştiyê birêz Abdullah Ocalan ranebe, pirgirêkê Kurd bi awayê demokratîk çareser nebe, em ê jî her dem li gel we bin.”