Jinên Farqînê: Me bilêta qeyûman birî!

Jinên Farqînê yên li dora agirê Newrozê yê pêxistin li hev kom bûn, diyar kirin ku di hilbijartinên xwecihî de ew ê dengê xwe bidin xwe û wiha gotin: “Me bilêtên qeyûman biriye.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Bi nêzbûna hilbijartinên xwecihî yên di 31'ê Adarê de pêkwere, kelecan jî zêde dibe. Li bajarên ku qeyûm hatine tayînkirin, xebat bi şev û roj tên meşandin. Namzedên hevşarederiyê mal bi mal digerin û hemû kesan vedixwînin ser sindoqan. Yek ji navendên ku ev kelecan bi awayekî zêde li tê jiyîn jî navçeya Farqîna Amedê ye. Li Farqîna ku agirê Newrozê 2 roj in nehatiye vemirandin, gelê navçeyê li dora agirê Newrozê li hev kom dibin û amadekariya hilbijartinên xwecihî dikin.

Jinên Farqînê, helwestên xwe yên di hilbijartinên xwecihî de û projeyên xwe yên piştî hilbijartinê bên pêkanîn, vegotin. Li navçeya ku 8 sal in bi qeyûman tê birêvebirin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di sala 2014'an de bi rêjeya ji sedî 69 û di sala 2019'an de jî ji sedî 75 şaredarî bi dest xist. Gelê navçeyê diyar kirin ku di vê pêvajoyê de ferqa dengan hîn zêdetir bikin û anîn ziman ku qeyûm di nava vê pêvajoyê de tenê bi xerakirin û çêkirina rêyên hatine çêkirin re mijûl bûye.

'Gelê xwedî îrade wê biryara herî rast bide'

Sarya Çîçek, bal kişand ku hilbijartin xwedî girîngiyek dîrokî ye û hemû jinan vexwend li qadan xebatan bimeşînin û wiha got: “Gelê Farqînê gelekî pir bi nirx e, ev gel bi salane xwedî li nirxên xwe derket. Ez bawer im wê îsal jî heman rolê bilîze. Me gelek caran qeyûman şand û em ê vê carê jî bişînin. Em ê bi tu awayî nesekinin. Em ê vê cîhanê ji wan mirovan re bikin zindan. Em ê qeyûmên ji şaredariyên me hatin tayînkirin, bişînin. Ew ê ji vir biçin, em ê bilêtê wan bibirin. Cihê wan ne ev der e, ev axa ne axê wan e. Em bi salanê li vir bi kedeke mezin dixebitin. Kes nikare vê kedê ji destê me bigre. Ev gel wê destûrê nede. Bila hemû kes baş bizane ku ev gel wek her car dîsa xwedî nirxên xwe derbikeve. Têkoşîna me berdewam dike. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Em ê ne rûnin, ne jî razên. Em ê her dem hişyar bin û li ber xwe bidin.”

'Em ê ji dizî û talanê re bibêjin raweste’

Hatîce Ezel, bi gotina 'Em ê bi ser bikevin' ji niha ve wêneya ku wê di hilbijartinê de derbikeve holê anî ziman û wiha got: "Em aştî û edaletê dixwazin. Em yekitî, hevgirtin û azadiyê dixwazin. Em şer û qetlîamê naxwazin. Ji bo me qeyûm tune ye. Em ê şaredariyên xwe paşve bigrin. Piştî ku em paşve bigrin jî em ê hemû bi hev re bimeşin. Em van lîstik û qirêjiyan di nava xwe de naxwazin. Çawa ku qeyûm me naxwazin, em jî wan naxwazin. Ev der axa me ye û welatê me ye, bila ji axa me biçin. Ne xebatê dimeşînin, ne jî xizmetek dikin. Em ji bo wan bişînin, mal bi mal bigerin. Tu sûdek wan ji bo Kurdan nîn e, em ê sûdê bidin hev. Ji ber vê divê hemû kes îro ji bo hilbijartinan bixebitin. Divê em bi dengên herî bilind, wan bişînin. Dengê me ji bo me ye.”

'Em ê qeyûman bişînin Enqereyê'

Semra Arşîmet jî bang li jin û ciwanan kir biçin ser sindoqan û wiha axivî: “Bila gelê me di 31’ê Adarê de dengê xwe bide xwe. Em ê wê rojê qeyûman bişînin Enqereyê. Bi tu awayî xizmeta gel nakin. Yekane karê wan talan û dizî ye, ji bilî vê tu karek nekir. Em ê bi hers û hêzek mezin bixebitin û wan bişînin. Em namzetên xizmet dikin û xwedî li îradeya me derdikevin, dixwazin. Ev gel namzetên xwe dixwaze. Roja ku em şaredariya xwe bigrin, em ê bi govendan bikevin avahiya şaredariyê.”

'Qeyûm jinan û destkeftiyên wan tune dihesibînin’

Pinar Memîş jî da zanîn ku ew ê di 31'ê Adarê de ji talan û diziyê re bibêjin 'raweste.' Pinar Memîş, diyar kir ku dixwazin îradeya xwe weke hevşaredar li şaredariyê bibînin û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo me pir girîng e. Ev ne tenê hilbijartinek e, ev hilbijartineke ku qeyûm biçin û careke din neyên. Qeyûm jinên navçeyê tune dihesibîne û dixwaze îradeya wan tune bike. Qeyûm dixwazin hem mafên mirovan, hem îradeya me û hem jî saziyên jinan bin pê bike. Em ê ji bo li dijî vê dengê xwe derbixin, biçin ser sindoqan. Ev hilbijartin, hilbijartina îradeya gel e. Em jin, ciwan û gel rê nedin van dizan. Divê em hem xwedî li hev û hem jî xwedî îradeya xwe derbikevin. Em ê di 31’ê Adarê de ji van polîtîkayên şer û diziyê re bibêjin raweste. Em ê wê rojê hem mafên xwe û hem jî keda xwe paşde bigrin. Çi dibe bila bibe gelê Farqînê her tim li ser linga sekinî û ji niha û pê ve jî li ser lingan bisekine. Dem, dema me ye, dema gelê Kurd û jinan e.”