Jinen Êzidî: Dilê me bi gelê Rojava re lê dide

Jinên Êzidî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dan, girêdana xwe ya ji bo gelê Rojava anîn ziman û diyar kirin ku êrîşên li ser Rojava li ser Şengalê ne jî.

NÛJÎN ÊZÎDÎ

Şengal - Êrîşen dewleta Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, piştî ku Reveberiya Xweser a Rojava got ku ew ê DAIŞ’iyên di destên xwe de bidarizînin zêde bûn. Van rojên dawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve navçe, gund û pêşengên civaka Rojava bênavber bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî û bi topbaranê ten hedefgirtin. Li her derê Kurdistan û derveyî welat bertek li hemberî wan êrîşan tên nîşandan. Jinên Ezidî jî bertêken xwe li hemberî êrîşên li ser Rojava anîn ziman. 

‘Em ê berxwedana xwe mezin bikin’

Emşe Qurqurkî ya got “Em ji 9 sal in li ber xwe didin û di nava wan 9 salan de me her dem piştgiriya gelê Rojava kir” bal kişand êrişan û wiha domand: “Ne tenê ji Rojava li her çar parçeyên Kurdistanê rewş heman e. Fikrê me, riya azadiyê ji bo me yek e. Êrîşên dewleta Tirk li ser axa me, fikre meye. Dewleta tirk hem êrîşê Rojava hem jî Şengalê dike. Pewîst e em dest bidin hev û li hemberî dijmin bisekinin. Em bizanibin dijminê me tu caran nasekine. Hema em fermanên ku hatine serê me ji bîr nekin. Dijminê me naxwaze em li gel hev bisekinin ji bo vê jî êrîşên xwe dijwartir dike. Em ê jî berxwedana xwe mezin bikin, siyaseta dijminê xwe vala derxin.”

‘Em bi Rojava re bûn hevalên man û nemanê’

Semîra Sebrî jî îşaret bi girîngiya girêdana xelkê Rojava û Şengalê kir û wiha got: “Heya niha me li ber xwe daye û dijminê me nikaribûye me bi bin bixe. Di dema fermanê de Rojava li kêleka me bû. Em tu caran vê yekê ji bîr nakin. Bi her awayî em li gel Rojava ne. Em bi Rojava re bûn xwişk û bira, em bûn heval, em bûn hevalên man û nemanê. Ji ber wê em li ba Rojava ne. Çi bikeve ser milên me em amade ne pêk bînin. Em ê bi berxwedana xwe nehêlin dijminê me bi serkeve.”