Jinên Ereb yên Şengalê êrişan şermezar kirin

Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de piştevaniya xwe ya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn ziman.

Şengal - Ji 4’ê mehê ve dewleta Tirk ya dagirker êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Di encama van êrişan de bi dehan welatî hatin qetil kirin û her wiha cihên nexweşxane, stasyonên petrol, kehrebe, embarên genim û avê hatine hedef kirin. Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê li dijî van êrîşan li gudê Barê ya Şengalê daxuyaniyek dan, piştgiriya xwe ya ji bo gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan û êrişên dewleta tirk bi tundî şermezar kirin.

‘Dê êriş bi têkoşîna gelan têk biçe’

Li ser navê Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê Renda Xelîl despêkê axivî. Renda Xelîl a êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir wiha got: “Em van êrîşên ku dewleta dagirker ya Tirk li ser Rojava, Şengal dide meşandin red dikin û şermezar dikin. Em bang li cîhanê dikin ku li himberî êrîşên hewayî yê dewleta Tirkiyê bisekinin. Wê fikrê me bimîne ta ku em Serokê xwe azad bikin. Wê hemû êrîşên dagirkeriya Tirk bi saya tekoşîna gelan têk biçe.”

‘Tirsa dewleta Tirk yekîtiya gelan e’

Paşê Endama Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê Zîn Xelef axivî. Zîn Xelef jî bi gotina “Dewleta tirk bi van êrişan tunekirina fikrê azad armanc dike” êrişan şermezar kir û got: “Em van êrişan qebûl nakin. Rojekê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin û rojekê êrişî Şengalê dikin. Bi van êrişan zarok, jin û pêşengan hedef digrin. Ji ber ku tirsa dewleta Tirk ji yekîtiya gelan e, rojane êrîşên xwe zêde dike.”

Banga piştevaniyê: Em bi we re ne

Zîn Xelef da zanîn ku ew bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne û wiha axivî: “Em ji hêzên navnetewî re jî dibêjin ku li hemberî van êrişan bibin xwedî helwest û ji bo rawestandina firokeyên şer bibin xwedî helwestek zelal.” Zîn Xelef a ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got “Em bi we re ne” bi vê pêyamê dawî li axaftina xwe anî: “Em wekî Jinên Ereb yên Şengalê dibêjin ku em û jinên Rojavayê Kurdistanê em destek in bi hev re û çi jî bibe yekîtiya me têk naçe.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok APO’, “Bijî berxwedana gelan’ bi dawî bû.