Jinên Ereb û Êzidî yên Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê civiyan

Jinên Ereb û Êzidî yên Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê li ser tundiyê nîqaş kirin û gotin: "Emê dibin banê felsefeya Rêber Apo de xwe rêxistin bikin û xwe ji şidetê rizgar bikin."

Şengal - Li gundewarên Şengalê çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li Hemberî Tundiyê dewam dikin. Li xeta sînor jinên Ereb û Êzidî li ser mijara tundiyê nîqaş dikin. Di semînera ji aliyê Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve têkildarî 25’ê Mijdarê û tundiya li ser jinê hatî lidarxistin de jinan nirxandinên giring kirin. Semînerê li ber avahiya Meclisa gel a Gundên Sînorî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen axivî. 
“Emê jin bi hev re dawî li tundiyê bînin”
Rîham Hesen bal kişand ser têkoşîna jinê ya ji dîrokê heya roja me bi rê û rêbazên cuda dewam kirî û wiha domand: "Şidet ne mijarek nû ye, bi sedan salan e li hemberî jinê şidet tê kirin. Her dem xwestine jinê di bin desthilatiya mêr de bidin perçiqandin û ji mafê wê hatiye dûrxistin. Li hemberî vê gelek caran jinan hewil daye xwe ji vê şîdetê xilas bikin û ji bo wê tekoşîn kirine. Ji ber vî demarê wan ê serhildêr her dem şîdet zêdetir li wan hatiye kirin. Zêdebûna şidetê jî bi avabûna sîstema dewletbûnê re pêş ketiye. Çawa dewlet dibe desthilatdar bi heman awayî di malbatê de jî mêr xwe li ser serê jinê kiriye desthilatdar. Ji bo ku ev yek bi dawî bibe jinên cîhanê dikarin xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin bikin û ji şîdetê rizgar bibin. Me ev ji xwe daye despêkirin û em encamê wê dibînin, ji bo wê jî dixwazin jinên her devera cîhanê vê hewildana me ya ber bi azadiyê ji xwe re mînak bigirin û bi vê rêbazê dawî li tundiyê bînin."
“Êdî em hest bi azadiyê dikin”
Di dewamiya semînerê de jinan jî nêrînên xwe anîn ser ziman û gotin:"Di nava civaka ereb de jî ji her derê zêdetir mafê jinê tê xwarin, taybetî di temenê biçûk de zewicandin gelek zêde ye. Ev bi xwe jî ji bo jinan xetere ye. Bi belavbûna fikrên Abdullah Ocalan di nava civaka ereban de gelek guhertin çêbûne, li gorî berê em hest bi azadiyê dikin."
Semîner bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.