Jinên Ereb ên Şengalê ji bo 25’ê Mijdarê civîn li dar xistin

Bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li gundê Bîrcarî yê Şengalê Meclisa Jin ya herêma Ereban ji bo jinên Ereb civînek li dar xist. Di civînê de peyama têkoşîna li dijî tundiyê hat dayîn.

Şengal – Meclisa Jin ya herêma Ereban ji boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li gundê Bîrcarî yê Şengalê civînek li dar xist.

Endama rêveberiya Meclisa Jinên Ereb Fatma Berho ya di civînê de axivî bal kişand ser tundûtujiya li ser jinan wiha got: “Di civaka me de şêwazên tundûtujiyê mixabin pir zêde ne ku li ser jin têne meşandin. Mînak zewaca temenê biçûk di nava civaka me de. Keçekî ku di destpêka temenê xwe de ye, zewicandina wê dibe tundûtujiyek li hemberî wê zarokê. Ji bo wê jî pêwîste êdî jin li himberî vê zihiniyeta ku di bin navê namûs û şerefê de tundiyê dikin bisekinin û qebûl nekin. Di bin navê şerefê de zewicandin, tundî ye. Pêwîst e tekoşîna me mezin bibe.”

‘Bi naskirina fikrê azad, me gavên azadiyê avêt’

Zihûr Ehmed ya endama Meclisa Jinên Ereb ku di civînê de axivî, bal kişand ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo wanbûye naskirina fikrên azad û wiha got: “Berê her kesî dizanî ku zilam serdest e, lê belê niha nikarin wisa bejin. Ji ber ku êdî em jiyaneke wekhev ava dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo çavên me vebûn û me gavên mezin avêtin. Berê me zilamek didît me xwe vedişart ji şerman. Lê niha em dibînin, daxivin û nîqaşan dikin û li ser televizyonan dengê xwe derdixin bi serbilindî. Ev gav bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo pêşket.”

Ji beşdaran Siltana Sebah jî di civînê de axivî û wiha got: “Em tundûtujiya li ser jin qebûl nakin. Berê me jî pir paşketî jiyan dikir. Fikrê me nebû. Tenê li mal em mabûn, lê niha bi hatin û çûyînê jiyana me ji çerçova nan çêkirinê û li malê mayînê derket.”

‘Bi fikrê Rêber Apo me hêza xwe dît’

Şirûq Mihemed Casim ku yek ji keçên ciwan e ku beşdarî civînê bibû derbarê lidarxistina civînê de nêrînên xwe anî ziman. Şirûq Mihemed da zanîn ku li dijî tundûtujiyê tekoşîna wan bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bipêş ketiye û wiha got: “Îro em li vir ewqas jin kom bûne bi saya fikrê Rêber Apo ye. Ger ne ji vî fikrî ba em bi serbilindî ne di axivîn. Piştî naskirina fikrê Rêber Apo me pêşengiya xwe dît û êdî li her derekê û di malê de jî ger ku pirsgirêkek derkeve em weke jin çareser dikin. Berê jin di bin zexta zilam de bû. Jin bi zor didan zewicandin. Lê belê niha jin, zilam û zarok hemû ji bo jiyanek wekhev bang dikin.”

‘Fikrê Rêber Apo riya azadiyê vekir’

Erwa Salim ku ew jî beşdarî civînê bibû wiha hest û nerînên xwe anî ziman: “Berê jinên Ereb di vê astê de vekirî nebû. Lê belê niha em diçin çalakiyan, meşan, meclîs û konfiransan û tu kes ji me re nabêje çima û çawa. Fikrê Rêber Apo riya azadiyê vekir.”