Jinên Ereb ên Şengalê: Em û jinên Êzidî parastina axa xwe dikin
Jinên Ereb ên gundê Medîbanê yên Şengalê diyar kirin ku ewê bi jinên Êzidî re parastina axa xwe dewam bikin û gotin “Ji bo em bi ser bikevin û bi hev re azad bijîn divê em parastina vê axê û baweriyên xwe bikin.”
EMÎRA SİMOQÎ
Şengal - 9’ê Cotmeha 2020’an di navbera hikumeta Herêma Başurê Kurdistanê û Hikumeta Îraqê de peymana fermanek nû hat erêkirin. Ji wê rojê heta niha gelek caran artêşa Îraqê hewil da têkeve Şengalê û li berxwedana welatiyên Şengalê yên parastian axa xwe dikin qelibîn. Herî dawî 20’ê Nîsanê carekdin Artêşa Iraqê bi hamiran, çekên giran û hêzek mezin xwestin bikevin başaroka Til Ezêr ê başûrê rojavayê Şengalê, paşê jî xwestin bikevin Gir Zerik. Asayîşa Êzidîxanê û welatiyên derdorê li ser cadeyê kom bûn û xwe dan pêşiya leşkeran. Dayikan xwe dan pêşiyê û bergiriya axa xwe kirin. Berxwedana welatiyên gundê Gir Zerik bi ser ket û Artêşa Iraqê ya ku dixwest êrîş bibe ser gund xwe paşve kişand. Welatiyên herêmê bi çalakiyên cuda helwestên xwe yên li hemberî êrîşan nîşandidin û bibiriyarin axa xwe bi destê ti hêzên biyanî ve bernedin. Welatiyên ji bawerî û çandên cuda yên li Şengalê dijîn ji berxwedanê kêm nemane û li kêleka Êzidiyan parêzvaniyê dikin. Jinên Ereb ên Şîa yên gundê Medîbanê li ser axa Şengalê bi Êzidiyan re dijîn jî li heberî êrîşan bi bertekin.
“Em gelên herêmê hemû yekin”
Jina bi navê Emşa Hisên di derbarê pilanên ser şengalê de wiha got: “Ji der veyî hêzên YBŞ û YBŞ’ê ti hêzên dinê em ne parastine. Ji ber wê jî em ti hêzên cuda naxwazin. Em bi hev re li ser vê axê dijîn xweşî û emxweşiyên me hemanin niha rewşa me başe em naxwazin ti hêzên biyanî bên ser erdê me. Ji xwe hêzên me parastina me dikin, pêdiviya me bi tû kesê nîne. YBŞ zarokên me ne, em bi wan xwe di ewlehiyê de hisdikin. Em gelê herêmê hemû yekin tû cûdabûn di nava me de nîne. Em ne pêşmerge û ne jî tû hêzên din naxwazin. Em peyîmana Tirkiye Hewlêr û Bexdayê napejirînin. Ji ber berî fermanê herkesê Êzidî bi tenê hiştin û reviyan. Niha jî bi listikan di bin navê parastinê û ewlehehiya Şenglê de dixwazin fermanên nû pêkbînin. Berpirsên van qetliyaman PDK ye. Em weke pêkhateyên Ereb jî wek gelê Êzidî difikirin, em jî naxwezin kesek were ser axa me. Em besî xwe ne. Em wek gelê Ereb bi gelê Êzidîre ne, em YBŞ û YJŞ’ê weke zarokên xwe dibînin.”
“Hêzên parastinê zarokên me ne”
Qeyada Mihemed jî balkişand ser yekgirtina gelên herêmê û wiha dom kir: “Divê em gelên li ser vê axê dijîn bibin yek da ku em rê li tevahî pilanên qirêj bigirin. Em û Êzidî divê bibin yek, hev biparêzin û nehêlin tû fermanên din çêbibin. Zarokên me bixwe jî di nava YBŞ’ê deye. Em herkesê di nava vê axê de ji bo parastina wê tekoşîn dike xwek zarokên xwe dibînin. divê Herkes Şengalê biparêze û ji bo bi hêzkirina hêzên xwe divê em zarokên xwe bişînin YBŞ’ê û YJŞ’ê. Divê em xwedî li Şehîdên xwe derkevin erd û warê xwe nedin tû hêzên dijîtiya me dikin. YBŞ’ê ev ax parastiye û hiştiye em niha bi ewle bijîn ser vê axê. Yên li dijî YBŞ’ê li dijî mene jî.”
“Werin em bi hev re Şengalê biparêzin”
Meha Necmî jî yekbûna gelê Ereb û Êzidî wiha anî ziman: “Rewşa Şengalê ya niha her diçe be bi başiyê diçe. Pirştî fermanê me xwe kom kiriye û her diçe em ji nû ve her deverê şîn û ava dikin. Diyare ev li xweşa dewleta Tirk, Hukumeta Iraq û PDK’ê naçe û dixwaze vê îradeya li vir hatiye avakirin bibin bixe. PKK’ê dikin hincet û dixwazin me tûne bikin. Ev tev derewin ji ber herkes dizane ji derveyî zarokên me yên Ereb û Êzidî tû kes nîne. Zarokên me jî YBŞ ev axa me ji destê DAIŞ’ê xelas kirin. Ev ax me bi hev re rizgar kiriye û divê em bi hev re biparêzin. Ger êrişek bê, netenê ser Êzidiyane di heman demê de ser me ye jî ji ber wê em hemû parastina xwe û axa xwe dikin. Ez bang li gelê Êzidî yên li ser warê xwe koçberbûyîne dikim bila vegerin ser erdê xwe ji bo em bi hev re parastina vê axê bikin.”