Jinên Efrînî:Rastiya dagirkeriya dewleta Tirk qetilkirin û îşkence ye

Jinên koçberên Efrînê ku li kantona Şehbayê dijîn, der barê bûyera qetilkirina Ehmed Xalid Memo de bertek nîşan dan û gotin ku li dijî bûyer û komkujiyên li Efrînê divê tu kes bêdeng nemîne û xwedî li zarokên Efrînê derkeve.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di roja 13'ê Adarê de ji aliyê çeteyê bi navê Yemên Ehmed Îbrahîm ve li navçeya Cindirêsa Efrîna dagirkirî zarokek bi navê Ehmed Xalid Memo ku ji xelkê navçeyê ye hat revandin û bi hovane hat qetilkirin. Li dijî bûyera qetilkirina Ehmed, li Cindirêsê şêniyên wê deverê di nava çalakiyên şermezarkirinê de ne û malbat daxwaza dadgehkirina sûcdaran dike lê daxwaz û çalakiyên wan rastî kiryar û binçavkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî tên. Bi vê yekê dixwazin ev bûyer bê girtin û jibîrkirin da ku gelê wê deverê bêdeng bikin.

Sala derbasbûyî jî li Cindirêsê 4 kes hatibûn qetilkirin

Ev bûyera duyemîn e ku li dijî gelê Cindirêsê de tê kirin. Sala borî di 20'ê Adarê de 4 kesên ji malbatên pêşmergeyên resen ên navçeyê, ji aliyê çeteyên dewletaTirk ve ji ber ku cejna Newrozê pîroz dikirin, hatin hedefgirtin û qetilkirin. Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê heta niha, rojane şêniyên resen rastî îşkence, qetilkirin, revandin û destdirêjiyê tên. Der barê qetilkirina Ehmed Xalid Memo de jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne bertek û hêrsa xwe li dijî vê bûyerê ji ajansa me re axivîn.

'Ehmed zarokê me hemûyan e'

Hêvîn Mihemed sersaxî ji malbata Ehmed re xwest û bang li gelê Efrînê kir ku li hemberî van bûyeran bêdeng nemîne û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbata Ehmed û gelê Cindirêsê re dixwazin. Banga me ji gelê me yê li Efrînê re ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî bêdeng nemînin û di daxwaza xwe ya cezakirina sûcdaran de bi îsrar bin. Di tu olê de nayê qebûlkirin ku zarokek bêguneh bê qetilkirin. Cihên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî dagir kirine, mixabin rojane kiriyar û bûyerên hovane diqewimin. Em hemû malbata Ehmed in û em ê xwedî li xwîna wî derkevin. Êşa dayika Ehmed êşa me hemûyan e. Em hêvî dikin ku hemû kesên me li welat û derveyî welat li ser piyan bin û xwedî li xwîna Ehmed derkevin, ji bo ku em pêşî li van bûyeran bigrin û nehêlin dubare bibin."

'Rastiya dagirkeriyê qetilkirin û îşkence ye'

Şoreş Kelo jî bûyera qetilkirina Ehmed Xalid şermezar kir û diyar kir ku rastiye dewleta Tirk a dagirker qetilkirina gelê Kurd e û ev tişt anî ziman: "Em bûyera qetilkirina zarokê bi navê Ehmed bi tundî şermezar dikin. Rastiya dewleta irk a dagirker û çeteyên wî kiryarên hovane ne. Divê rêxistinên mafên mirovan der barê kiryarên dagirkeriyê de rola xwe bilîzin û dev ji siyasetên dewletan berdin."

'Îro Ehmed bû sibê kî ye kes nizane'

Fîdan Fekto jî da xuyakirin ku divê li kêleka malbata Ehmed bisekinin û dev ji bangwaziya mafê xwe bernedin wiha pê de çû: "Ez bûyera ku li Cindirêsê rû daye, bi tundî şermezar dikim. Em hemû li kêleka malbata Ehmed in û mafên wî dixwazin, tu carî li hemberî kiryarên dagirkeriyê bêdeng namînin. Îro Ehmed bû wê sibê zarokê kî be kes nizane, ji bo ku em dawî li van bûyeran bînin divê xwe teslîmî dagirkeriyê nekin. Zarokên me yên bêguneh ji aliyê çeteyên dagirkeriyê ve tên qetilkirin û hedefgirtin. Em bang li hemû cîhanê dikin ku li dijî kiryarên dagirkeriyê li qadan bin, çalakiyên xwe berdewam bikin û xwedî li mafên zarokan derkevin."